Hêzên hikumeta Şamê û komên ˊDîfa Wetenîˊ bajar û bajarokên rojhilatê kantona Dêrazorê topbaran kirin. Di encamê de 2 welatî şehîd bûn û 7 welatî di nav de 2 zarok birîndar bûn. Her wiha hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê yên girêdayî QSDˊê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewldanên ketina komên şaneyên hêzên Şamê têk birin.
Meclisa Sûriya Demokratîk(MSD) girêdayî mijarê daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
“Duh (sêşemê) 6’ê Tebaxa 2024’an hêzên desthilata Şamê, hêzên girêdayî wan û girêdayî hêzên derve li dijî bajarok û gundên rojhilatê Dêrazorê êriş pêk anîn. Di encamê de gelek welatiyên sivîl hatin qetilkirin û hinek din birîndar bûn.
MSDˊê van êrişên hovane bi tundî şermezar dike û desthilata Şamê li hemberî van kiryaran berpirs dibîne û wê ji alozbûna rewşê hişyar dike.
Her wiha em rola lehengî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku ev êriş têk birin, aramî û ewlehiya herêmê parastin silav dikin. Her wiha em ji malbatên şehîdan re sersaxiyê û ji birîndaran re saxiyê dixwazin.
Em bang li hemû aliyên siyasî û nîştimanî dikin ku sûcên desthilata Şamê û hêzên wê yên ku rê li ber çalakbûna çeteyên DAIŞ’ê vedikin û xebatên têkoşîna li dijî terorê asgeng dikin, şermezar bikin.
Dê roja edaletê were û tevahî berpirsên van êrişên hovane ku Sûriyeyî qetil kirin hesab bidin.”