Rûniştina doza têkildarî êrîşa li dijî malbata Şenyaşar ku êrîş ji aliyê parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’yê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve di 14’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûs a Rihayê pêk hatibû, li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê pêk hat. Her wiha di encama êrîşê de welatiyê bi navê Esved Şenyaşar û kurên wî Celal û Adil Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Fadil Şenyaşar ê ku ev 6 meh in rehîn tê girtin jî ji Girtîgeha Xarpêtê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû.
Fadil Şenyaşar ku piştî êrîşê hatibû girtin, nehate tehliyekirin.
Fadil Şenyaşar di vê rûniştinê de jî nehate tehliyekirin ku dayîka Fadil Şenyaşar, Emîne Şenyaşar a di encama êrîşê de hevjîn û du kurên wê hatibûn qetilkirin ji bo serbestberdana kurê xwe ev demeke dirêj e di Nobeda Edaletê de ye.
Rûniştin ji bo 12’yê Tîrmehê hate bipaşxistin.