Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekitiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB), di daxuyaniyeke nivîskî de bal kişandin ser Fermana 74’an a DAÎŞ’ê.
FEDA û DAKB’ê, bi bîr xist ku di vê êrîşê de bi hezaran mirov hatin kuştin, jin û zarok dîl hatine girtin û bi sed hezaran Êzidî ji axa xwe bûne. FEDA û DAKB’ê, da xuyakirin ku bi saya têkoşîna gelê Êzidî û dostên wan, ev karesat ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî qirkirin hate qebûlkirin.
FEDA û DAKB’ê da zanîn ku tevî sal derbas bûne jî, hîn bi hezaran Êzidî winda ne û birînên wan nehatine pêçan û hat gotin ku dewleta Iraqê û cîhan hîn ev qirkirin bi fermî nenasiye.
FEDA û DAKB’ê banga divê sûcdar bên darizandin, çarenûsa windayan bê eşkerekirin û ji bo avakirina Şengalê garantiyên hiqûqî û siyasî bên dayîn kir.
FEDA û DAKB’ê di daxuyaniya xwe de piştgiriya xwe ji bo mafên gelê Êzidî, Elewî û hemû baweriyan anî ziman û xwestin ku hemwelatiya wekhev û azadiya baweriyê pêk bê.
FEDA û DAKB’ê, qurbaniyên Şengalê bi hurmetî bibîr anîn û gotin ku ew ê ti carî dev ji têkoşîna edaletê bernedin.

