Daxuyanî ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mistefa Mesût Tekîk ve hat dayîn. Di civîna ku ji aliyê Koordînasyona Saziyên Êlihê ve hat lidarxistin de ev agahî hatin dayîn:
“Gelê me şaredariya Êlihê bi dengekî rekor vegerandin DEM Partiyê, hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê bi ked û hêzeke mezin dest bi erka xwe kirin. Weke te dizanin, li ser mijara hevserokatiyê hewl da ku partiya me bixin nava nîqaşan û lawaz bikin. Pergala hevserokatiyê ya ku bi têkoşîna bi dehan salan hatiye bidestxistin, bi ser ket.”
Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Em careke din spasiya gelê xwe yê ku rêveberiya herêmî ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê li bajarê me serwekirineî dikin. Çend nîqaş û bûyerên li ser hevserokatiyê beriya hilbijartinan ji raya giştî re tên zanîn. Beriya hilbijartinê di mijara hevserokatiyê de hinek nîqaş hatibûn jiyîn. Partiya me hemû pêvajo bi awayekî şefaf meşand, di mijara diyarkirina hevşaredar de hinek xebat meşan, hevdîtin kir û pêvajo temam kir. Weke ku lijneyên peywirdar ên partiya me jî diyar kirî, hat ragihandin ku dê piştî hilbijartinê dê ji Meclisa Şaredariyê kesek were diyarkirin. Di çarçoveya lihevkirina bajar de jî pêşniyarên saziyên demokratîk û dost hatine guhdarîkirin. Em ji gelê xwe yê hêja re radigihînin ku endamê me yê meclisê birêz Ferah Solmaz weke Hevşaredarê Êlihê hatiye hilbijartin.”
Ferah Solmaz dê bi Gulistan Sonuk re hevserokatiyê bike.