Yekşem, 18 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îran sînorên bajarê Merîwanê topbaran kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Aştî divê neyê taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî asîmîlasyonê ciwan li dora Arînê dicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Daxuyaniya Uçum dîmenekî welê nîşan dide desthilatdarî naxwaze PKK dest ji çekan berde’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    HRW: Redkirina tevlîbûna YPJ’ê ji bo artêşê beşdariya jinan sînordar dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Farqînê meşa li dijî hişbir û fihuşê: ‘Em ê Farqînê bi hev re biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Êdî hinceteke dewleta Tirk a gav neavêtinê nema ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta welatiyê ku li Pîranşarê hate binçavkirin, nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê ji bo girtiyên siyasî banga ‘gava şênber’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Newroz: Jineolojî hişt ku em kokên têkoşîna xwe fêm bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Delegasyona Konferansa Jineolojiyê: Li dijî darvekirinên li Îranê dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê de pêşniyarên ji bo avakirina jiyana komînal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dilar Dîrîk: Em nîqaş dikin bê bi Jineolojiyê çawa dikarin jiyanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kira Legerhausen: Di karên Jineolojiyê de em derbasî pêvajoya avakirinê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz pîroz kirin
Rojava

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz pîroz kirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz bi coş hate pîrozkirin û hate destnîşankirin ku divê pirsgirêka Kurd çareser bibe û Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Adar 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Bi dirûşmeya “Azadiya fîzîkî ji bo Rêber Abdullah Ocalan garantiya Sûriyeya demokratîk e” bi deh hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê ku Kurd, Ereb, Suryan, Ermenî û Tirkmen, li 11 navendan li hev kom bûn û di nava coş û hevgirtina gel de Newroz pîroz kirin.

Di pîrozbahiyan de li ser girîngiya Newroza îsal ku cara yekem e piştî rûxandina rejîma Baas tê pîrozkirin, axaftin hatin kirin û banga dîrokî ya Rêber Apo hate bibîrxistin.

AMÛDÊ

Pîrozbahiya li bajarê Amûdê yê girêdayî kantona Cizîrê, bi pêxistina agirê Newrozê ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve û deqeyek rêzgirtinê, li gundê Cagir Bazara destpê kir.

Piştre hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Xerîb Hiso axivî û Newroz li beşdaran pîroz kir û got, “Em îro Newrozê bi rengekî nû ku azadî, îradeya azad û çareseriyê nîşan dide, pîroz dikin. Li seranserê Sûriyeyê agirê newrozê hate dadan, vê yekê vîna mirovî ya ku naşike nîşan da. “

TIRBESPIYÊ

Li Tirbespiyê pîrozbahî li herêma Drejîkê ya 2 km dikeve bakurê Tirbespiyê bi beşdariyeke mezin a hemû pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryaniyan bi vêxistina agirê Newrozê destpê kir. Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif di şahiyê de axivî û cejna Newrozê li gelê Kurdistanê û hemû pêkhateyên herêmê pîroz kir.

Perwîn Yûsif bal kişand ser wê yekê ku Newroza îsal mizgîniya azadî û serketinê bi xwe re tîne û her wiha derfeta çareserkirina gelek pirsgirêkên siyasî yên herêmê jî bi xwe re tîne.

Perwîn Yûsif jî wiha got: “Em Newroza îsal di rewşeke wiha de pîroz dikin ku Rêber Abdullah Ocalan projeya xwe ya ji bo aştî û azadiya Rojhilata Navîn pêşkêş dike. “

DÊRIK

Li bajarê Dêrikê pîrozbahiya li qada Şehîd Çîçek bi pêxistina agirê Newrozê dest pê kir, piştre endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl axaftinek kir û wiha got: “Newroza îsal qonaxeke nû ya demokrasiyê li Rojhilata Navîn vedike. Em îsal bi hemû pêkhateyan re pîroz dikin, ji ber ku Newroz serkeftina me hemûyan e, di serî de azadiya jinan. Piştî  rûxandina rejîma Bass’ê rewş li Sûryeyê hatine guhertin. Niha Gelê Sûryeyê ji pêvjoyeke nû re amade ye, ku divê gel li ser bingehên demokrasî, xwişk-biratiya gelan û jiyana hevbeş bigihêjin azadiya xwe. “

Rêvebera Kongra Star a bajarê Dêrikê Şadiya Yûsif got: “Di dirêjahiya dîrokê de jin bûne qurbaniyên şer û rejîmên otorîter, lê îro ji cîhanê re îsbat dikin ku ew hêza avakirina aştiya rasteqîn e, ew jî bi ramana Rêberê mezin Abdullah Ocalan pêk hat. “

REQA

 

Şêniyên kantona Reqayê li qada stadyuma şaredariyê ya li navenda bajarê Reqayê bi tevlîbûna hemû pêkhateyan şahiyek lidar xistin.

Di pîrozbahiyê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê Mişilb El Turkan axaftinek kir û wiha got: “Newroza îsal ji salên borî cudatir e, ji ber ku bi rûxandina rejîma Beşar Esed re bêhiqûqî û zilm ji holê rabû.”

Her wiha bal kişand ser girîngiya peyama Rêber Apo ku tê de daxwaza aştiya Rojhilata Navîn dike û banga xwedîderketina li prensîp û sembolên vê cejnê kir.

Berdevka Meclîsa Kombûna Jinê ya Zenûbyiya Xod El Îsa pîrozbahî li Rêber Apo û dayikên şehîdan kir û diyar kir ku di vê roja pîroz de hemû şehîd têne bibîranîn.

Her wiha têkoşîn û fedekariya jinên Kurd ên ji bo azadiyê silav kir û bal kişand ser rola wan a bingehîn di avakirina civakek dadmend û demokratîk de.

HELEB

Girseyeke mezin a şêniyên Helebê û koçberên Efrînê û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl bi cil û berên xwe yên gelêrî, li qada Newrozê ya li herêma El Şeqîf li bakurê taxa Şêx Meqsûd a Helebê kom bûn.

Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêber Apo, Mazlûm Dogan, wêneyên şehîdan û al û sembolên Kurdî hate xemilandin.

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, piştre malbatên şehîdan agirê Newrozê pêxistin.

Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman axivî û destnîşan kir ku agirê Newrozê bi saya mîrateya şehîdan wê geş bimîne û got, “Ev cejn serhildana gel a li dijî rejîmên otorîte îfade dike. “

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Sûriyeya Siberojê Ibrahîm Faûr û li ser navê Kurdên Hemayê Rafî Derwîş Newroza hemû gelên Sûriyeyê pîroz kirin û gotin, ew ê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê bidomînin.

QAMIŞLO

 

Şêniyên bajarê Qamişlo ji bo pîrozkirina yekemîn cejna Newrozê ya piştî rûxandina rejîma Baasê, berê xwe dane qada pîrozbaiyê ya li bajarokê Hîmo.

Pîrozbahî bi pêxistina agirê Newrozê destpê kir, piştre endama Komîteya Amadekar a Newrozê ya Qamişlo Taz Paşa axaftinek kir û cejna Newrozê li Rêber Apo, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, berxwedêrên li bendava Tişrînê û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û bangawaziya dîrokî ya Rêber Apo bi bîr xist.

Rêvebera Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cewahir Osman axivî û diyar kir ku ew ê piştgiriyê bidin banga Rêber Apo

Hunermend Semîh Şiqeêr jî di şahiyê de axivî û got, “Em hatine ku bêjin rê û çarenûsa me yeke, ji  bo avakirina Sûriyeyeke nû de, Sûriyeyeke bê mêtîngerî, Sûriyeyeke li ser rêya demokrasî û azadiyê. Werin em bi hev re stranan bistirên û muzîkê bikin rêya hezkirinê, ey Kurdên bedew, zarokên rojê. Em ji we hez dikin. “

Piştre koma hunermend Semîh Şûqeîr sirûda “Eger tu bijî azad bijî” pêşkêş kir.

HESEKÊ

 

DIRBÊSIYÊ

Li qada Newrozê ya gundê Çolbistanê a gundewarên bajarê Dirbêsiyê bi deh hezaran şêniyên bajarên Dirbêsiyê, Til Temir û Zerganê kom bûn û Newroza 2025’an pîroz kirin.

Piştî ku malbatên şehîdan agirê Newrozê pêxistin, ji rêveberê Tevgera Civaka Demokratîk Cahid Hesen axaftinek kir û pîrozbahî li gelê Kurd û şervanên li eniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. 

Hesen da zanîn ku hinek hewl didin bangawaziya Rêber Apo berevajî bikin û weke teslîmiyetekê nîşan bidin, lê di rastiya xwe de ew banga aştiyê, avakirina civaka demokratîk e û rê li ber siyaseta demokratîk û mafên gelan vedikin.

Rêvebera Kongra Star Natwî Xemgîn destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk û zîhniyeta tundrew li dijî hemû gelên Sûriyeyê, ji Elewiyan bigire heta Kurdan û Durziyan, komkujiyan pêk tine . Her wiha da zanîn ku Sûriyeyê di dîroka xwe de yek bû lê desthilatan xwestin parçe bikin.

GIRKÊ LEGÊ

 

Li bajarê Girkê Legê jî bi pêxistina agirê Newrozê li gundê Halikê pîrozbahî destpêk kir.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemrîn Elî axaftinek kir û cejna Newrozê li Rêber Apo, li berxwedêrên bendava Tişrînê û hemû gelan pîroz kir.

Her wiha got: “Tişta ku Newroza îsal ji salên borî cuda dike ev e ku em bi ruhê peyama Rêber Abdullah Ocalan ku ji bo me bangeke pîroz e, pîroz dikin.”

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Talat Yûnis jî cejna Newrozê li beşdara û hemû gelan pîroz kir û got: “Newroza îsal destpêka pêkanîna civaka demokratîk e û Newroza yekîtiyê ye. “

Yûnis di dawiya axaftina xwe de got, “Em nêzî bidestxistina azadiya xwe ne. Ji ber vê yekê divê em hêza xwe ya têkoşînê mezin bikin û heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk neyê em ê ranewestin.”

TEBQA

Li bajarê Tebqayê jî bi hezaran şêniyên kantona Tebqayê û koçberên Efrîn û Şehbayê ji bo beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin ber bi Stadyûma Werzîşê ya El Itihad a navenda bajarê Tebqayê ve herikîn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê Şêx Hemed El Ferec axivî û wiha got: “Newroz li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coşeke mezin û di nava destkeftiyan tê pîrozkirin. “

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tebqayê Mehmûd El Sayil axivî û diyar kir ku divê Newroz bibe destpêkek nû ku xêr û azadiyê bi xwe re bîne. her wiha şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê Semîra Hebeş got ku Newroz peyama berxwedan jiyan e ye û agirê azadiyê ku Kawa vêxistî heta pêkanîna edaletê û têkbirina zilmê wê geş bimîne.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêber Apo divê bi fîzîkî azad bibe!
Nûçeya Pişt re CHP’ê biryara komcivîna awarte stand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YE’yê nêzîkî 3 milyar Euro daye gaza Rûsyayê

Derket holê ku di sê mehên ewil ên sala 2026’an de Yekîtiya Ewropayê ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK: Ji bo Kurdî bibe zimanê fermî em têkoşînê mezin bikin

Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê diyar kir ku zimanê netewe dewletê li ser gelê Kurd tê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Binarê Qendîlê 8’ê Adar bi gerandina govendê hat pîrozkirin

Meclisa Gel ya Binarê Qendîlê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi gerandina govendan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

KJK’ê ji bo Werîşe Muradî bang kir: Li hemberî darvekirinê bêdeng nemînin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Newroz: Jineolojî hişt ku em kokên têkoşîna xwe fêm bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Kanadayê di baregeha leşkerî de şewat derket: Mirî û birîndar hene

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Delegasyona Konferansa Jineolojiyê: Li dijî darvekirinên li Îranê dengê xwe bilind bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?