Êrîşa li ser Dêra Katolîk a Santa Marîa ya li Sariyer a Stenbolê ku di encamê de Tûncer Mûrat Cîhan hate qetilkirin, DAÎŞ’ê li xwe girt. Lêpirsîna têkildarî êrîşê jî bi lez û bez biryara nepenîtiyê li ser hate danîn. Hejmara binçavkiriyan gihîşt 51 kesî. Du êrîşkarên ku maske li ser rûyê wan bû ku yek jê Rûs û yek jî Tacîkistanî bû û hate ragihandin ku hatine girtin, li pêş kamerayan bi hêsanî ketin dêrê. Parêzerê dêrê Afşîn Hatîpoglû ji ANF’ê re axivî, bal kişand ser kêmasiya ewlekariyê û got, “Normal her ayînê polîs timî hebûn, lê belê roja êrîşê tune bûn.”
‘BI HÊSANÎ KETIN HUNDIRÊ DÊRÊ’
Hatîpoglû anî ziman ku ji ber biryara nepenîtiyê ya li ser lêpirsînê wan kêm agahî bi dest xistine û diyar kir ku eşkere bû, êrîş ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatiye kirin û êrîşkar jî biyanî ne. Hatîpoglû ragihand ku herdu êrîşkarên rûyê wan bi maskeyê girtî bûn bi peyatî ketin hundirê dêrê û got, “Di çend deqeyên dîmen de tê dîtin ku bi rûyê bi maske girtî, dimeşin. Ya nehatin dîtin, yan jî yên ku ew dîtin guh nedanê. Ketin hundirê dêrê û bi çekê li serê mirovekî xistin. Piştre jî gule berdan û piştre reviyan. Ji çekê 6 fîşek hatin berdan, ji wan 3 jê teqiyan, 3 jî neteqiyan.”
‘DIVIYABÛ POLÎS LI WIR BÛYA’
Hatîpoglû bal kişand ser kêmasiya di ewlekariyê de û got, “Li vir xemsariyek heye. Li dêrê nuqteyeke ewlekariyê heye û li wir diviyabû polîsek hebûya. Normal di her ayinê de tim û tim polîs hene, lê roja êrîşê tune bûn. Dema me pirsî, gotin bi mobîl li dewriyeyê digeriyan. Eger li wir bûna wê pêşî li êrîşê bigirtana. Piştî êrîşê tedbîrên ewlekariyê hatin girtin, lê belê êdî dereng ketibû.”
‘LI CIHÊ KU DÊR LÊ YE SERKONSOLOSXANEYA POLONYAYÊ HEYE’
Hatîpolgû anî ziman ku cihê dêr lê ye Serkonsolosxaneya Polonyayê heye, ya balkêş ew e ku êrîşkar jî bi wesayitekê ji Polonyayê hatine Tirkiyeyê û got, “Li gorî agahiyan êrîşkar ji Polonyayê hatin Tirkiyeyê. Li cihê ku dêr lê ye Serkonsolosxaneya Polonyayê jî heye. Li gorî agahiyan DAÎŞê demeke dirêj amadekariya çalakiyeke bi vî rengî ya li Tirkiyeyê kiribû. Dibe ku xwestibin çend peyaman bidin. Divê ev yek bê lêkolîn.”