Yekşem, 20 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di roja dawî ya hilbijartinên Rûsyayê de Moskow bû hedefa êrişa droneyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrten Karagoz: Girtî dixwazin ku pêşî li pêvajoyê bê vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raziye Ozturk: Karê komîsyonê divê sînoran danîne pêşiya rola Birêz Ocalan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sê bajaran bang: Girtiyên nexweş serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan: Em ê ti carî dev ji têkoşîna xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nûrettîn Demîrtaş: Komîn ruhê jiyana hevpar û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Apoyî li Merîwanê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanê armanca mezin: Armanc Xaçek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê cejnên Êzî û Şêşims bi girseyî hatin pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed, Êlih û Dîlokê meşa ziman: Ne waneya bijarte, statuya destûrî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê dayik û du zarokên wê hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Osmaniyeyê 4 mêr jinekî ducanî qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Jinan a KESK’ê: ‘Pêwîst e jin bibin kirdeyên avaker’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê jineke Kurd revandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Hevserokên ku serdana Demîrtaş kirin peyama têkoşîna hevpar dan
Rojane

Hevserokên ku serdana Demîrtaş kirin peyama têkoşîna hevpar dan

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê ku serdana Selahattîn Demîrtaş kirin peyama têkoşîna hevpar dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Gulan 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Piştî eşkerekirina biryarên Doza Kobanê, Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, çûn Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê serdana Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku 42 sal ceza lê hatibû birîn. Piştî serdanê bi beşdariya gelek kesan li ber girtîgehê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.

Tulay Hatimogullari diyar kir ku cezayên giran li kesên di têkoşîna yekbûyî de israr dikin hatiye birin û destnîşan kir ku Doza Kobanê dozeke komplo û tolhildaneke siyasî ye. Hatîmogûllarî got: “Li Tirkiyeyê, li şoreşgerên çep û sosyalîst ên bi gelê Kurd re di nava piştevaniyê de ne û di çareseriya pirsgirêka Kurd de bi rêbazên demokratîk û aştiyane israr dikin û têkoşîna yekbûyî ya demokratîk diparêzin, cezayên giran hatiye birin. Ez careke din diyar dikim ku dema me serdana her du hevserokên xwe kir, me dît ku moralê wan gelekî bilind e.”

Hatimogullari diyar kir ku rewşa Demirtaş baş bûye û dozê bi sekneke baş dahûrandiye û wiha got: “Rêzdar Selahattin Demirtaş wekî duh îro jî bi heman helwest û motîvasyonê ye. Vê biryarê bi qasî serê derziyê jî nikaribûye bi hevrêyên me Figen û Selahattîn paş de gav biavêje.” 

‘WÊ TÊKOŞÎNA ME YA HEVPAR BIDOME’

Hatîmogûllariyê wiha domand: “Hemû hevalên me yên hatin cezakirin û hemû hevalên me yên parastin kirin bi awayekî bi rûmet gotin ku ‘Darizîna Kobanê Doza Kumpasê ye.’ Yên di Doza Kobanê de ev biryar girtin, bila zanibin ku ji bo DAÎŞ’ê û zîhniyeta wê tevgeriyane. Bi vê hişmendiyê hevalên me bang li hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê dikin. Îro em dixwazin li vir vê peyamê bidin; Hevserokên me Demîrtaş û Yuksekdag vê peyam dan hemû Tirkiyeyê; ‘Em di hundir de bi coş in, em silav û hezkirinên xwe ji her kesî re dişînin. Yên li derve jî bi dengekî bilind peyam dan ku divê ji têkoşîna demokrasiyê ya herî biçûk jî paşve gav neavêjin û bi hev re bin.’ Dixwazim careke din bibêjim ku hêja Selahattin Demirtaş îro bi hestên xwe yên herî jidil hemû silav û hezkirinên xwe ji we, xebatkarên çapemeniyê û hemû gelên Tirkiyeyê re ragihandin. Pir baş bûn, xwedî moraleke bilind bûn. Têkoşîna me ya hevpar heta ku em wan kelûpelên hesin ên li derve û yên li hundir, wan dîwarên sar, wan dîwarên ku ji bo mebestên siyasî hatine çêkirin hilweşînin wê bidome.”

‘TÊKÇÛNA DAÎŞ’Ê HÎN KESAN ACIZ KIRIYE’

Paşê Tuncer Bakirhan axivî. Bakirhan jî got: “Helbet gava mirov dibêje Kobanê, berxwedan tê bîra mirov. Ev têkoşîn û berxwedan li hemberî kê ye? Em behsa têkoşîneke hevpar a Kurd, Ereb û gelen Tirkiyeyê ya li hemberî DAÎŞ’ê dikin. Serketineke hevpar bi dest xistin. Diviyabû ev serketin li Tirkiyeyê bihata pîrozkirin, lê mixabin wê veguherandin amûreke darazê. Wer xuya ye têkçûyîna DAÎŞ’ê hin kesan aciz kiriye. Li Rojhilata Navîna zadiya jinê hin kesan nerihet kiriye. Ên wê demê piştgirî dan gelê Kobanê, bi dozeke kumpasê hatin darizandin û cezakirin. Beriya her tiştî em dibêjin, em vî cezayî nas nakin. Kurd, kedkar, jin û gelen Tirkiyeyê wê vî cezayî nas nekin.” 

Bakirhan û Hatîmogllariyê ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê peyama têkoşîna hevpar dan.  

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê pirsen rojnamevanan bersivandin. 

 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN EDÎRNE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Em ê tecrîdê bişkînin!
Nûçeya Pişt re Emîne Şenyaşar bertek nîşanî doza lê hatiye vekirin da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Birayê Mehmet Çeviren: Birayê min xwe nekuştiye

Welat Çeviren, birayê Mehmet Çeviren ê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Beşîriyê jiyana xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amedê beriya Cejnê goristan hatin ziyaretkirin

Li Amedê goristan hatin ziyaretkirin. Beriya cejnê, hat dîtin ku gorên li goristanên Çemê Elîka…

Ji aliyê Stêrk TV

Wê pevguhertina dîlgirtiyan bê kirin

Di navbera QSD û hikûmeta Şamê de wê hefte pevguhertina dîlgirtiyan bê kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Di roja dawî ya hilbijartinên Rûsyayê de Moskow bû hedefa êrişa droneyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nûrten Karagoz: Girtî dixwazin ku pêşî li pêvajoyê bê vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Raziye Ozturk: Karê komîsyonê divê sînoran danîne pêşiya rola Birêz Ocalan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 20’Ê ÎLONA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?