Ji aliyê hêzê ewlekariya hundirîn û şervanên YPJ’ê ve li dora peykerê Qada Jina Azad û qada şehîd Egîd pêngava paqijiyê dest pê kirin.
Şervanan dora her gulek û dareke li dora peykerê paqij kirin. Dûre jî bi avê dora wan şûştin. Şervanan beriya ku dest pê bikin daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya bajarê Kobanê Arîn Kobanê ve hat dayîn. Arîn îşaret bir ser avakirina çanda paqijiyê ya di nava civakê de kir û got: “ 24`ê heyvê gelê me û saziyên sivîl dest bi pêngava paqijiyê ewil ji dibistanan kirin û dûre jî me biryar da ku em jî li qada şehîd Egîd û qada jina azad pêngava paqijiyê bidin destpêkirin.”
Arîn anî ziman ku ew dê her demê di nava bajar de û di pêngavên cuda de cihê xwe bigrin û dora bajarê xwe paqij bikin û got: “ Peykerê jina azad ji bo her jineke Kobanê sembola berxwedaniyê ye. Piştî ku me ev paqij kirin em dê berê xwe bidin peykerê şehîd Egîd û em gelê xwe jî vedixwînin ku em bajar û kolanên xwe paqij bikin.”
Piştî daxuyaniyê Şervana YPJ ji Tolbîn Cûdî ANF`ê re axivî û got ku qada jina azad ji bo wan semboleke û bi vî şêwazî jî parastina qadê tê kirin û got: “ Paqijkirina qadan ji bo me cuda ye. Çima? Ji ber ku li vê qadê bi rihê Arînan ev peyker hat avakirin û li gorî wê jî divê em vî welatî xwe jî paqijî bikin. Li vir dilopên xwîna şehîdên me hatiye rijandin. Lewra jî divê em xwedî wê derkevin û bi rihê parastinê biparêzin.”
Dûre jî Rêveberiya Asayîşê ya bajarê Kobanê Narîn Mistefa axivî û got ku ew ê xebatên xwe bidomîninın û wiha got;” Bi rasthatian sala xwendinê re em bi vê pêngavê re pêşî li nexweşiyan jî digrin. Ji ber ku civak bi ekolojiya xwe ya paqij û parastina xwe tê naskirin. Ji ber vê jî em bang li her kesî dikin tevlî pêngavê bibin.”

