Sekreterê Hizba Komunîst ya Iraqê Raîd Fehmî derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker de ji ajansa Rojnews re axivî.
Raîd Fehmî got ku dewleta Tirk û hinek welatên din yên cîran, her ku diçe êrişên xwe yên li ser Iraqê zêde dikin û ev yek jî binpêkirina eşkere ya serweriya Iraqê ye.
Fehmî da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker belav dibe û dest bi avakirina baregehên nû dike, divê Hikumeta Iraqê xwedî helwest be û dawî li hemû êrişên Tirkiyeyê bîne.