Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyan daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Li dijî polîtîka û êrîşên dewleta Tirk çalakiyên bersivdanê yên hêzên me dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de;
26’ê Tebaxê li Ezazê di çalakiyeke sekvaniyê ya hêzên me de çeteyek hate kuştin.
2’ê Îlonê li Ezazê du çalakiyên sekvaniyê hatin kirin. Di çalakiyan de 2 çete hatin kuştin.
7’ê Îlonê hêzên me li xeta Enabkê û Meyremînê ya navçeya Şerayê avêtin ser komek ji çeteyan. Komên çete ji tirsa têlên Elman li derdora xwe rêsandibûn. Hêzên me tevî vê yekê jî xw berdan nava çeteyan û derbên giran lê xistin. Di serdegirtinê de çete hemû hatin cezakirin. Hêzên me çûn ser cenazeyên çeteyan, dest danîn ser cebilxaneya çeteyan. Di vê çalakiyê de gelek kamera, mobesse û cîhazên şopandinê hatin îmhakirin. Di encama çalakiyê de 5 çete hatin kuştin, 2 çekên bi tîpa AK47 û gelek cebilxane hatin desteserkirin.
Di encama çalakiyan de bi giştî 8 çete hatin kuştin.”