Di meha Adarê de serokên welatên Spanya, Îrlanda, Slovenya û Maltayê bi daxuyaniyeke hevpar ragihandibûn ku ew amade ne dewleta Filistînê nas bikin. Çend rojan beriya niha jî Josep Borrell ê Nûnerê Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihandibû ku Spanya, Îrlanda û Slovenya plan dikin ku di 21’ê Gulanê de dewleta Filistînê nas bikin.
Mîchael Martînî têkildarî mijarê ev yek anîn ziman: ‘’Dîrokeke diyarkirî hê tune ye. Ji ber ku têkildarî mijarê hevdîtinên me yên li gel welatên din berdewam dikin. Wê di rojên pêşiya me de were diyarkirin. Lê belê teqez wê beriya dawiya meha Gulanê pêk were.’’
Pedro Sanchez ê Serokwezîrê Spanyayê jî yek ji serokên alîgirê naskirina dewleta Filistînê ye, meha Nîsanê seredanek ji bo Dûblînê pêk anîbû û bi Sîmon Harrîs ê Serokwezîrê Îrlandayê re civîneke hevpar a çapemeniyê pêk anîbû. Harrîsî jî di wê civînê de têkildarî mijarê ev yek anîbûn ziman: ‘’Em di wê baweriyê de ne ku wextê wê hatiye. Ji bo teqeziya biryarê û dayîna xurttirîn peyamê, em dixwazin vê yekê bi gelek welatên cuda re pêk bînin.’’