Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bang kir ku rêz li îradeya Mêrsînê bê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê û 58 kesên din hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên kedê Said Çomlek û Kerem Tonka li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Ji PYD’ê nerazîbûna Meclîsa Gel a Sûriyeyê: Temsîl divê wekhev be
Rojava

Ji PYD’ê nerazîbûna Meclîsa Gel a Sûriyeyê: Temsîl divê wekhev be

PYD'ê têkildarî pêvajoya avakirina Meclîsa Gel a Sûriyeyê daxuyaniyek da, rêbaza diyarkirina endamên wê rexne kir û got, beşên din ên civakî bi rengekî wekhev nehatin temsîlkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Ofîsa Ragihandinê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî avakirina Parlamentoya Sûriyeyê (Meclisa Gel) daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de îşaret bi girîngiya qonaxa veguhêz a ku Sûriyeyê tê re derbas dibe hat kirin û hate diyarkirin ku avakirina nû ya Sûriyeyê divê li ser bingehê îradeya tevahî Sûriyeyan be û li gorî bedelên ku şehîdan dane û hêviyên nifşên bê be.

Di daxuyaniyê de hate gotin, pêdiviya qonaxa heyî bi rêgeheke demokratîk heye ku li ser bingehên beşdariya rasteqîn û tevkariya nîştimanî, dûrî feraseta serdestî û hegemoniya biryarên yekalî yên li ser civaka Sûriyeyê têne ferzkirin be.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku israra li ser sepandina navendîtiya dewletê û jinûve hilbirandina siyasetên ku têkçûna xwe îsbat kirine,  Sûriyeyek nû ava nake. Hate gotin “Ev kiryar ne li gorî pêdiviyên qonaxa veguhêz e. Di heman demê de baweriyê di nava Sûriyeyan de ava nake. Lê belê dûrxistinê xurt dike û derfetên gihiştina çareseriyeke nîştimanî ya giştî lawaz dikin.”

PYD‘ê fikarên xwe yên kûr ji ber tayînkirina endamên Meclisa Gel û temamkirina tayînkirina endamên mayî ragihand û wiha domand ” Tevî ku Kurd beşek resen ji dîroka Sûriyeyê û nasnameya wê ya neteweyî û pirrengiya wî ya siyasî û çandî ye, lê ev tayînkirin fikarin cidî li ser domandina rêgeha paşguhkirin û dûrxistinê, bi taybetî li dijî pêkhateya Kurd ên li deverên cuda yên Sûriyeyê bi taybetî li parêzgeha Hesekê çêdike. “

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin : “Di demekê de ku Sûriyeyî dixwazin rûpela borî bitewînin û siberojeke demokratîk a hevpar ava bibe, nebûna nûnertiya rastîn û dadperwer a Kurdan di Meclisa Gel de bi rihê qonaxa veguhêz re nakok e. Di heman demê de îradeyek rastîn a ji bo avakirina Sûriyeyek li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev, edalet û hevkariyê di navbera hemû pêkhateyên wê de ya dûrî polîtîkayên dûrxistin û dûrxistinê yên ku Sûriyeyî bi dehên salan êş jê kişandine, nîşan nade.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku mekanîzmaya hilbijartina endamên meclisê ne li ser temsîlkirina îradeya rastîn a civakê bû û hêviyên pêkhateyên wê yên cûda nîşan neda, ev yek pirsa li ser berfirehbûn û pêbaweriya vê pêvajoyê derdixe holê.

PYD‘ê da zanîn ku ji bo her pêvajoyek siyasî ya cidî pêdivî bi van xalan hene: “Hilbijartina kesên ku îradeya azad a civakên xwe nîşan didin, baweriya wan bi dest bixin, karibin pirsgirêkên wan çareser bikin, mafên wan biparêzin û bi awayekî çalak beşdarî şekildana pêşeroja welat bibin.”

PYD‘ê di dewama daxuyaniyê de îşaret pê kir ku beşdariya Kurdan di Meclisa Gel û tevahî saziyên dewletê divê aktîf û rasteqîn be û li gorî rêje û rola wan a dîrokî di Sûriyeyê de be, di heman demê de divê mafên wan ên neteweyî, siyasî û çandî di çarçoveya dewleteke demokratîk a nenavnedî ya li ser bingehê edalet, wekehvî, serdestiya qanûnê û rêzdariya li hemberî îradeya tevahiya pêkhateyan  de mîsoger bike.

PYD‘ê di dawiya daxuyaniyê de bang kir ku “divê siyasta ku proseya avakirina Meclisa Gel pê hat rêvebirin, li ber çavan were girtin. Divê nêzîkatiyeke nîştimanî ya demokratîk esas were girtin ku nûnertiyeke adilane û giştî ya Kurdan û tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê di saziyên dewletê de mîsoger bike. Bi pêkanîna van xalan dê aramî pêk were, Sûriyeyek demokratîk a nenavnedî ava bibe ku tevahî gelê wê  bi awayekî wekhev  beşdar bibin û rûmeta mirovên Sûriyeyê û mafên wan biparêze.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Parêzgarê Hesekê û serokê Desteya Derî û Gumrikê serdana deriyê Nisêbînê kir
Nûçeya Pişt re ROJEVA 3’Ê TÎRMEHA 2026’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Axios: DYA ji bo senaryoya hilweşîna rejîmê ya li Kûbayê amadekarî dike

Hate ragihandin ku rêveberiya DYA’yê li ser wê dibetiyê disekine ku heke krîza aborî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Kongra Star komployoa 9’ê Cotmehê ya navneteweyî şermezar kir

Kongra Star kongreya 9'ê Cotmehê ya navneteweyî şermezar kir û piştgirî da meşa 'Bi hêviyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Milîsên HBDH’ê li Gebzeyê tesîseke jinûve hilberandinê şewitand

Milîsên Ûlaş Adali yên HBDH’ê ragihand ku wan li dijî operasyonên dagirkeriyê yên li Başûrê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partî bang kir ku rêz li îradeya Mêrsînê bê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump cardin gef li Îranê xwar: ‘An lihevkirin an jî êrîşeke nû’

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Pentagonê wezîfeyeke nû da Elon Musk: Wê şerê siberojê plan bike

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Talîban: Di êrişên hewayî yên Pakistanê de zarok jî di nav de 9 sivîl mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?