Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyaniyek da û da zanîn ku hêzên wan li dijî baregehek dagirkeran çalakî lidar xistiye.
Di daxuyaniyê de li ser çalakiyê ev agahî hatin parvekirin: “Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên hovane yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Bi balafirên şer û yên bê mirov, bi obîs û tevahî cûreyên çekên giran bajar, gund, malên sivîlan, binesazî, cihên giştî û yên taybet yên xizmetê dike hedef. Dewleta Tirk siyaseta ku her tiştî dide ber xwe li dijî herêmên me dimeşîne.
Li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker, hêzên me yên QSDˈê şevê din li dijî baregeha artêşa Tirk a dagirker a li gundê Ezîziyê ya Til Temirê çalakiyeke leşkerî pêk anî. Di encamê de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û panzêrek hat îmhakirin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê bê bersiv nemînin, erka parastina herêmê bê bicîhanîn.