Ajansa HRNA’yê di nûçeyeke xwe de bal kişand ser rewşa girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ya li girtîgeha Evînê.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku rewşa tendirustî ya Werîşe Muradî ya di girtîgeha Evînê de xirabe û berpirsên girtîgehê xizmetguzariyên pizîşkî pêşkêşî Werîşe Muradî nakin.
Hatiye gotin ku di dema borî de tenê carek Werîşe Muradî birine navendek pizîşkî ya li dervey girtîgehê, lê wê carê jî bêy ku bi başî bê kontrolkirin, vegerandine girtîgehê.
Werîşe Muradî 10’ê Cotmehê li dijî cezayên îdamê yên hêzên Îranê, dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştre ji ber zextên rêkxistinên civaka sivîl, navnetewî, çalakvan û azadîxwazan, li ser banga Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ya di 25’ê Cotmehê de, dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê anî bû.