Bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) a Amedê û bi dirûşma “Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne” kampanyaya şandina pereyan a ji bo girtiyan hate destpêkirin. Têkildarî kampanyayê li pêşiya Şaxa Teşkîlata Posta û Telgrafê (PT) ya semta Ofîsê ya navçeya Bajarê Nû daxuyanî hate dayin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevlî bûn.
Hevseroka TUAY-DER a Amedê Yeter Erel Tuma di daxuyaniyê de got, binpêkirinên li girtîgehan didomin û da zanîn ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan li hemû girtîgehan belav bûye.
Yeter Erel Tuma anî ziman ku bi hinceta şandina pereyan der heqê xizmên girtiyan de lêpirsîn hatine destpêkirin û wiha domand: “Ev yek nayê qebûlkirin. Pereyê ji girtiyan re tên şandin, ava wan e. Ji bo pêşîlêgirtina piştevaniyê ev sepan xistine meriyetê. Em vê sepana kêfî qebûl nakin.”
Piştî daxuyaniyê, ji şaxa PTT’ê ji bo hesabên girtiyan pere hatin şandin.
Di çarçoveya kampanyayê de wê her hefteyê li bajarên cuda ji bo girtiyan pere bên şandin.