Karkerên li Şîrecî Tekstîl a Dîlokê ku bi şert û mercên xebatê yên nebaş ketibûn rojevê, dan zanîn ku xwarina wan gelek xirab e. Di nava xwarinan de mû û hwd. derdikeve û xwarina kevn tê germkirin û ji karkeran re tê dayîn. Tevî daxwaza karkeran a başkirina şert û mercên xebatê jî tu pêngav nehatiye avêtin.
‘DI NAVA NAN Û XWARINÊ DE MÛ DERDIKEVE’
Karkerek ku 3 sal in li Şîrecî Tekstîlê dixebite, diyar kir ku hema hema her roj xwarina wan nebaş e û got, “Xwarin her tim heman xwarin e. Xwarinên baş gelek kêm didin me. Ji aliyê proteine gelek qelse. Carnan ji ber bêhna xwarinê em nikarin rûnên. Ji nan û xwarinê mû derdikeve. Tevahiya heftê savar didin me. Kêm car birincê didin me. Carna penîrên ji bo taştê tên dayîn dîroka wan derbas bûye. Xwarinên kevn ji nû ve tên germkirin. Xwarina ji nîvro dimîne, piştî germkirinê ji nû ve dişînin ji karkerên êvarê re. Carinan xwarina kevn bi xwarineke din re tê tevlîhevkirin û didin karkeran. Bi kutasî ne sebse ne jî çayê wan jî hemû gelek nebaş e.”
KARKER DI NAVA ŞERT Û MERCÊN XIRAB DE TÊN DIXEBITIN LÊ KARSAZ GELEK TEŞWÎQ WERGIRT
Li aliyê din, patron Ahmet Şîrecî ku kedkaran mehkûmî van şert û mercên kar dike, ji gelek teşwîqên dewletê, mînak ji daxistinên bacê sûdê werdigire. Derket holê ku Ahmet Şîrecî di nava 3 salan de 9 hezar 431 lîre bac daye.