Pêncşem, 13 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dr. Korkmaz: Dewlet yekemcar mecbûr ma ku Tevgera Azadiyê ya Kurd muxatab bibîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li gel kêmasiyên qanûnê jî divê em ji bo gavên demokratîkbûnê israr bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên girtiyan: Divê qanûn bê berfirehkirin û girtiyên siyasî hemû werin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ekrem Îmamoglu ji CHP’ê îstîfa kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê Koma Aştiyê yê Duyemîn Aktaş hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Pêngava 15’ê Tebaxê vejîna gelê Kurd e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê hişyarî da sîxuran: Nebin hevkarên dijmin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiyê: 15’ê Tebaxê navê meşa heqîqetê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KCK: Dayika Sakîne yekem şehîda pêvajoya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ e
Rojane

KCK: Dayika Sakîne yekem şehîda pêvajoya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ e

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, Sakîne Arat a di 91 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da û yek ji keseyeta sembol a Dayikên Aşitiyê bû, bi bîr anî û got: ‘’Dayika Sakîne, yekem şehîda pêvajoya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ e ku ji aliyê Rêbertiya me

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Adar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ew li hemberî şehadeta Sakîne Arat serê xwe bi rêzdarî ditewînin û ev yek anîn ziman: ‘’Girêdayî layiqbûna biranîna Dayika Sakîne û hemû dayikên me yên berxwedêr, em soza xwe ya avakirin û pêkanîna aşitî û demokrasiyê û avakirina jiyana azad dubare dikin.’’

Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye:

‘’Tê zanîn ku em di qonaxeke dîrokî ya têkoşîna xwe re derbas dibin. Me xebera wefata dayika Sakîne stand ku Dayîka Sakîne hemû temenê xwe, kedên xwe û ewladên xwe bexşandiye vê têkoşînê, berdêlên mezin dane û cihê xwe di nava têkoşîna birûmet ya jinên Kurd û dayikên Kurd de girtiye. Em Dayika Sakîne ya di têkoşîna azadiyê de cihê xwe girtiye, çanda dayika pîroz zindî hiştiye, bi kiryarên xwe dijmin daye şermê û rûyê dostan daye kenandin û berxwedan nîşan daye bi rêz û hezkirin bi bîr tînin. Girêdayî layiqbûna bîranînên wê, em soza mezinkirina têkoşîna xwe ya ji bo aşitî û civaka demokratîk didin û dubare baweriya xwe ya ku em ê teqez têkoşîna azadiya jinan a Kurdistanê bigihînin serkeftinê diyar dikin.

Dayika Sakîne, piştî salên ku ziman, çand û mafên xwerêveberinê yên Kurdî hatin binpêkirin û bûn sedema serhildanê, di nava malbateke hatî sirgûnkirin de ji dayik dibe. Bû şahidê hemû şert û mercên dijwar ên sirgûnê û zêxtên faşîst ên li ser gelê Kurd. Tevî hemû tiştan jî çanda xwe parast. Weke nûnera berxwedêr a çanda Kurd a komunal a derveyî dewletê, bi kedeke mezin û pîroz zarokên xwe mezin kirin. Çanda xwe ya civakî û ruhê berxwedanê li zarokên xwe zêde kirin.

Kurê wê Cemal Arat di sala 1984’an de li zindanên Amedê, yên bi êşkence û kiryarên xwe yên dermirovî hewl dida ku nasnameya gelê Kurd tune bike, ma. Bi berxwedana xwe ya li vir nûnertiya nasnameya Kurd a birûmet kir, bû sembola teqezbûna hebûna gelê Kurd. Dema ku Cemal Arat di rojiya mirinê ya mezin de şehîd bû, Dayîka Sakîne li ber serê wî bû. Du kurên xwe yên din da têkoşîna azadiya Kurdistanê. Dema ku zarokên wê di doza azadiyê de şehîd dibûn, Dayika Sakîne jî bi hişmendiya welatparêziyê ya kûrtir û rehdarbûna çanda civakî têkoşîna xwe mezintir kir. Êşa zarokên xwe di kûrahiyên dilê xwe de veşart û weke dayikekê meşa xwe domand. Di têkoşîna xwe ya 41 salan de tim parastina aşitiyê kir, ji bo ku dilê dayikan neşewite têkoşiya û xwest dengê xwe bigihîne hemû deran. Bi biryardariyeke mezin têkoşîna xwe domand û bû yek ji Dayikên Şemiyê.

Dayika Sakîne, tevî hemû şeran û şehadeta zarokên xwe jî ji bo ku şer bi dawî bibin, li ber xwe da. Ji têkoşîna aşitiyê bigire heya têkoşîna mafên mirovan, demokrasî û azadiyê tu caran paşde gav neavêt. Ji ber vê yekê Dayika Sakîne, yekem şehîda pêvajoya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ e ku ji aliyê Rêbertiya me ve hatiye destpêkirin. Em li hemberî şehateda wê bi rêzdarî û minetdarî serê xwe ditewînin. Girêdayî layiqbûna biranîna Dayika Sakîne û hemû dayikên me yên berxwedêr, em soza xwe ya avakirin û pêkanîna aşitî û demokrasiyê û avakirina jiyana azad dubare dikin.

Em bang li hemû civaka me, jinan û ciwanan dikin ku xwedî li bîranînên şehîda aşitî û civaka demokratîk Dayika Sakîne derkevin û dengê wê yê ji bo aşitî û demokrasiyê û têkoşîna wê ya ji bo azadiyê mezintir bikin.’’

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Stenbolê ji bo HDK û Lihevkirina Bajêr çalakî hate lidarxistin
Nûçeya Pişt re Meclisa Jinan a Sûriyeyê pêşnûmeya destûra bingehîn red kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Efrîn wê teqez were rizgarkirin’

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyek weşand û got:…

Ji aliyê Stêrk TV

Jin bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li Kadikoyê ne

Jin bi wesîleya 8’ê Adarê li Qada Îskele ya li Kadikoyê hatin ba hev. Jin…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevan Ciwana Cûma qala berxwedana gel a li Tişrînê kir

Ji rojnamevanên ku berxwedana li Bendava Tişrînê dişopînin Ciwana Cuma got, "Gelek heye ku teslîmiyet…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dr. Korkmaz: Dewlet yekemcar mecbûr ma ku Tevgera Azadiyê ya Kurd muxatab bibîne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Li gel kêmasiyên qanûnê jî divê em ji bo gavên demokratîkbûnê israr bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Xizmên girtiyan: Divê qanûn bê berfirehkirin û girtiyên siyasî hemû werin berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?