Faris Şemo li ser Cejna Çarşema Sor ku li gelek bajarên Rojava tê pîrozkirin ji ANF’ê re axivî û got, koka vê rojê digihêje heta Medan ku kevneşopiyeke qedîm e.
Şemo got, “Ev cejn piştperdeya dîrok, hiş, gel û cografyayekê ye.”
Şemo diyar kir ku Çarşema Sor bi giranî weke “Cejna Sersalê” tê naskirin û di baweriya Êzidiyan de weke rojeke pîroz a Tawizî Melek tê pênasekirin. Cejna ku li gorî salnameya rojhilat di Çarşema destpêkê ya Nîsanê de tê pîrozkirin, di mîtolojiya Êzidiyan de sembola destpêk û roja nû ye.
JI MEDAN HETA BI ROJA ÎRO HIŞÊ DÎROKÎ
Faris Şemo diyar kir ku Çarşema Sor ne tenê kevneşopiya Êzidiyan her wiha hişekî dîrokî ye ku digihêje heta serdema Împaratoriya Medyayê û dema Dehaq a Asûriyan.
Şemo got, “Lêgerîna azadiyê ku bi kuştina Dehaq ji aliyê Kawayê Hesinkar ve destpê kir û berxwedana gelan bi demê re veguherî kevneşopiyeke cejnê. Ji ber vê yekê jî Çarşema Sor hem ji aliyê mîtolojîk hem jî ji aliyê hişê dîrokî ve rojeke pîroz e.”
Şemo ragihand ku salnameya Êzidiyan xwedî rabirdûyeke 2638 salan e û anî ziman ku Çarşema Sor weke jinûve avabûna gerdûnê, zindîbûna xwezayê û daketina Tawizî Melek li ser rûyê erdê tê pênasekirin. Di metnên olî yên Êzidî de Laleş weke navenda vê pêvajoyê tê destnîşankirin.
DIVÊ YEKÎTIYA KURDAN BÊ PÊKANÎN
Faris Şemo bi wesîleya Çarşema Sor bal kişand ser yekîtiya Kurdan û destnîşan kir ku Êzidiyên li cografyayên cuda xwedî hiş û dîrokeke hevpar in.
Şemo got, “Gelekî bi wate ye ku Kurdên li vê cografyayê li hev kom dibin, cejnê bi çalakiyên cuda pîroz dikin û bi hev re dijîn. Me ji Mêrdînê koçî vê derê kir. Li Mêrdînê, li Bakurê Kurdistanê, li Rojava, li Şengalê, li Başûrê Kurdistanê bi hezaran Êzidî hene. Em li cografyaya xwe, li ser koka xwe jiyan û gihîştin vê derê. Ji dema Medan heta niha li gel zext, zilm, komkujî û şer me baweriya xwe gihand vê serdemê. Bi wesîleya Çarşema Sor divê jiyana bi hev re û yekîtiya Êzidiyan û Kurdan pêk were.”

