În, 20 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hevserokê PYD’ê qala mudaxeleya Rêber Apo kir: Şandeyek bi navê Îmraliyê ji Nisêbînê hat Qamişloyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûçegihanê DW Turkçe Alîcan Ûlûdag hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Lûtkeya Avhewayê ya Gelan a 15-18’ê Mijdarê banga tevlîbûnê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Bûldan: Nêrîna Birêz Ocalan zelal e, yekîtiya neteweyî nebe nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eren Keskîn: Rojnamevan ji ber nûçeyên çêkirine nikare bê darizandin û girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Adalet Kaya: Pêvajoya esasî ji niha û pê ve destpê dike, gavên cihê baweriyê şert e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Meclîsa Jinan a DBP’ê Deklarasyona 8’ê Adarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Roja Zimanê Dayikê li gelê Kurd pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga li Bexdayê: Li dijî gefên li ser Şengalê helwesteke cidî nîşan bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga ji bo parastina zimanê dayikê: Perwerdeya ziman a destpêkê ji malê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fedaiya berxwedana Cizîra Botan: Feraşîn Gabar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredariya bi pir zimanî: Kursên bi Suryanî û Ermenî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar ji bo 8’ê Adarê bang li hemû jinan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd ji bo civîna ‘yekîtiya neteweyî’ ya 2’yê Adarê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 4 jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnera Filîstîniyan a li diasporê Leyla Şahid jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya 8’ê Adarê ya Londonê: ‘Rojava warê jinên azad e; em ê biparêzin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê deklarasyona 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Konferansa ‘Em ji bo jiyana azad û wekhev bi israr in’: Jin divê xwe hîn bi xurtî birêxistin bikin
Jin

Konferansa ‘Em ji bo jiyana azad û wekhev bi israr in’: Jin divê xwe hîn bi xurtî birêxistin bikin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi dirûşma 'Di jiyana azad û wekhev de em bi israr in, em xwe bi rêxistin dikin' lidar xist.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Îlon 2024 Dema xwendinê: 20 dq.
Parvekirin

Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) konferansa xwe ya yekemîn a navendî li Odeya Endezyarên Înşaetê ya girêdayî TMMOB’ê li dar xist. Konferans, bi dirûşma “Em ji bo jiyanake azad û wekhev biisrar in, xwe birêxistin dikin” tê lidarxistin û dê du rojan bidome. Di konferansê de dê “Rêxistina jinan û tifaqên jinan” bên nîqaşkirin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û nêzî 200 delege tev li bûn.

Di konferansê de ji ewil Berdevka Meclisa Jinan Halîde Turkoglu axivî. Turkoglû, anî ziman ku wan ev konferans di demeke ku li Rojhilata Navîn şer kûrtir bûye û komkujiyên jinan zêde bûne de lidar xistine û got ku ew di konferansê de Emîne Şenyaşar û hemû zarokên hatin qetilkirin Narîn, Ceylan, Leyla yên aştiyê diparêzin bi bîr dixin. Turkoglû, wiha dewam kir: “Silav li jinên berxwedêr, xwe birêxistin dikin û dibêjin têkoşîna rêxistinkirî, silav ji zindanan heta kolanan, ji atolyeyên tekstîlê heta zeviyan, kargehan, ji gundan heta taxan. Em îlhama berxwedana li dijî zilmê ji dîroka xwe ya têkoşînê digirin. Em rêya xwe didomînin, têkoşîna rêhevalên xwe yên ji dîrokê heta niha li ber xwe dane, di vê armancê de jiyana xwe ji dest dane û di zindanan de dîl hatine girtin digirin. Em di şexsê Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven, Ayşe Gokkan, Semra Guzel de hemû girtiyên siyasî yên jin silav dikin. Em vê konferansê li dar dixin da ku bipirsin ka em bi vê mîrateyê tam bi van buhayan çawa dikarin vê têkoşînê berfireh bikin. Em ji her demê bêhtir hewceyê vê rêxistinê ne.”

Bi domdarî Turkoglû diyar kir ku di şert û mercên îroyîn de zêdetir pêwîstiya wan bi rêxistinbûna jinan heye û diyar kir ku jin li hemû cîhanê di bin zextê de ne. Turkoglû, wiha got: “Em îro konferansa xwe ya rêxistina jinan li dar dixin û li ser rê û rêbazên avakirina vê rêyê bi hêztir biaxivin, nîqaş bikin û biryar bidin. Em baş dizanin ku ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi avakirina rêxistineke jinê ya bi hêz heye. Gelek sedemên me hene ku em vê rêxistinê bi dest bixin. Desthilatdarî û şerên hevpar ên hikûmetên serdest ên mêr ên kapîtalîst li hemû cîhanê belav bûye. Ev zîhniyeta ku bi şeran xwe xwedî dike, jinan û zarokan qetil dike.”

Turkoglû, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Pêwîst e em eniya li dijî şer ango hevgirtina jinan, li hemberî dîmenên giştî yên şerê Rûsya û Ûkraynayê, polîtîkaya qirkirinê ya Îsraîlê ya li dijî Filistîniyên bindest, bi awayekî herî xurt pêk bînin. Em eniheyek xurt li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û herêma Kurdistanê pêk bînin. Ji ber ku ev şer ne şerê jinan e. Ev şer ne şerê gelan e. Ne şerê ciwanan, karkeran, kedkaran û feqîran e. Ev şer; Şerê di navbera hêzên serdest ên mêr de ye. Şerê sermayedaran e. Taybetmendiya hevpar a herî mezin a van hikûmetan êrîşa jinan û destkeftiyên wan e. Li Afganîstanê rejîma Talîbanê Wezareta Jinan girt. Li keçan çûna dibistanê hat qedexekirin. Herî dawî bi zagona bi navê ‘Qanûna Fezîletê’ hate gotin ku jin wê nikaribin bi dengekî ku di nava civakê de were bihîstin biaxivin. Hikûmetên zayendperest ên Fas û Iraqê hewl didin di her firsendê de zagonan derxînin ku rê li ber zewaca zarokan veke. Rejîma melayên faşîst ên Îranê ji bo bêdengkirin û tepisandina dengê jinan her cure polîtîkayan di nav de darvekirin pêk tîne. Tirsa rejîmê ya ji dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û cezayê îdamê ji bo parêzvanên mafên mirovan Şerîfa Muhemedî û Pexşan Ezîzî nîşaneya herî dawî ya mêtingeriyê ye.”

Di dirêjiya axaftina xwe de Turkoglû ev tişt anî ziman: “Nûnerê polîtîkaya şer a li herêmê li Rojhilata Navîn tê meşandin, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ye. Ev hikûmeta ku ji Lubnanê bigire heta Misir, Sûriye, Iraq û Îranê hemû polîtîkayên xwe li ser esasê dijminatiya li hemberî gelê kurd û jinên kurd dimeşîne, di her firsendê de êrîşên li ser gelê kurd û jinên kurd didomîne. Ev dijminatî bingeha êrîşên bi taybetî li dijî Rojava ye. Şerê ku li Herêma Kurdistanê ji aliyê hevkar û hêzên paramîlîter ve tê meşandin nîşaneya vê yekê ye. Du rojnamegerên jin Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn di encama êrîşa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk de hatin qetilkirin. Bi bîranîna rojnamegerên jin ên hatin qetilkirin careke din dibêjin çapemeniya azad nayê bêdengkirin. Niha em ji vir bi awayekî herî xurt bang dikin. Em ê nehêlin ku gelên Rojhilata Navîn û jinên Rojhilata Navîn li hemberî hev bên raberkirin. Em ê bi avakirina rêxistina herî xurt a jinan a li erdnîgariya xwe re hevgirtina jinan a li dijî şer ava bikin. Em ê bi jinên cîhanê re bi hev re tevbigerin. Têkoşîna me ya azadiya jinê vê berpirsyariyê dixe stûyê me. Em ê vê bikin, ji bo ku maf û destkeftiyên xwe bi hêztir biparêzin divê em vê bikin.

Me got pirsgirêka herî bi êş a vî welatî pirsgirêka kurd e. Israra di neçaresernekirina pirsgirêka kurd de tê wateya israra di şer, xizanî, îstîsmar û tundiyê de. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi ferzkirina vê xitimandinê û kûrkirina tecrîda li ser birêz Ocalan, welat dikişîne nava çolê. Li dijî tecrîdê bûyîn tê wateya li dijî şer. Dengê li dijî tecrîdê bilind dibe; dengê kesên ku di aştiya bi rûmet de israr dikin e. Hikûmeta ku vî dengî nabihîse û xitimandinê ferz dike, mehkûmî tunebûnê ye. Ev hikûmeta ku berdewamiya zîhniyeta darbeya 12’ê Îlonê ye, helbet wê ji holê rabe. Îro jî salvegera 12’ê Îlonê ye, em hevrêyên xwe yên di 12’ê Îlonê de di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Îro li girtîgehan tecrîda li ser zîhniyeta 12’ê Îlonê xwe bi teşe dike tê kûrkirin. Em bang li hikûmetê dikin, we ji 12’ê Îlonê ders negirt. Em kesên 12’ê Îlonê pêk anîn şermezar dikin.

Îro hikûmeta ku girtîgeh kirine malên mirinê û bi şewitandina înfazan mafê hêviyê ji girtiyan standiye, bila bizane ku em jin rê nadin ev serdem bidome. Deng û îsyana her rêhevalekî me, di serî de jin, di zindanan de dibe sedema mezinkirina têkoşîna me. Wê têkoşîna rêxistinbûyî ya me jinan be ku dê dawî li van pêkanînên bêhiqûqî û dijhiqûqî bîne. Yê ku tecrîdê bişkîne û çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re pêşkêş bike ev îradeya xurt a jinan e. Ji ber ku em tevî cudahiyên xwe jî parêzvanên jiyana hevpar in. Paradîgmaya me li ser pirdengîyê ye. Yên ku nasname, ziman û çandên cuda bi awayekî herî xurt temsîl dikin em in. Roj roja mezinbûn û pêşxistina israra di jiyana hevpar de bi cudahiyên xwe re ye. Roj roja berfirehkirina têkoşîna jinê ya hevpar a bi hemû beşên bindest, tên paşguhkirin û înkarkirin re ye. Roj roja şikandina tecrîdê û avakirina aştiyeke bi rûmet e.

Ev hawirdora şer û kaosa li welatê me û li seranserê cîhanê me ber bi bêhêvîbûnê ve nabe. Berevajî vê, em bi biryardarî li ser sedemên xwe yên têkoşînê disekinin. Lê belê em birînên ku ev hemû krîz û kaos di jiyana jinên me de çêdike baş dizanin. Em bi bihayên zêde dijîn. Em bi îstîsmara kedê dijîn, ji bo debara xwe bikin têdikoşin. Em di bin ceribandina xizaniyê de dijîn. Îro jinên ku divê kîloyek rûn an jî kîloyek bacan bihesibînin pêdiviyên xwe yên takekesî jî ji bîr nakin. Rûyê rast ê ku keda jinê çawa tê îstismarkirin li atolyeyên tekstîlê, zevî, kargeh û malan e. Jinên ku li vir nêzî 12 saetan dixebitin, kîloyek rûn, kîloyek bacan bikirin jî nikarin malzemeyên paqijiyê bikirin, şîr bikirin jî nikarin hêkan bikirin. Me got em li dijî xizaniya jinan in û me bi jinên ku li Artvîna li ser Behra Reş çayê berhev dikin dest bi xebata xwe kirin. Tê xwestin ji sedî 80’ê Artvînê weke qada madenê bê îlankirin, hilberîna çayê ne bi bandor e û jin nikarin heqê keda xwe bistînin û nikarin debara xwe bikin. Li aliyekê jinên ku nikarin debara xwe bikin û li aliyê din jî Behra Reş a ku bi polîtîkayên talanî û qezenckirinê tê xwestin ku cewhera wê bê tunekirin. Hefteya borî Reşît Kibar ê li Artvîn Çîftekoyê qada xwe ya jiyanê diparastin, hat qetilkirin. Em li wir bûn, ji bo hevgirtina malbata wî. Lê ev polîtîkaya zextê li Artvînê roj bi roj mezin dibe. Em ê bi hev re hesabê wan bipirsin. Ez li ser xizaniya jinan hin daneyan parve bikim. Binêrin, li Tirkiyeyê ji her 10 jinan tenê sê kes di jiyana kar de ne. 12 milyon jin ji ber rolên ku newekheviya zayendî nikarin bikevin jiyana kar. 3 milyon û 248 hezar jin bêyî ewlehiya civakî têkoşîna jiyanê didin.

Hema bêje ne mimkûn e ku jin xwe bigihînin tenduristiyê. Mînakekê bidim; Em dikarin tenê bi lênihêrîna bihayên aşiya HPV’ê fam bikin. Jineke bê dahat wê çawa derziya ku ji bo yek dozekê di navbera 2500-3500 TL de ye bigire? Ev hikûmet nake xem, lê em dikin. Di vê çarçoveyê de li şaredariyên me xebatên derzîlêdana HPV’ê ya bêpere dest pê kirin. Di vê çarçoveyê de ji bo şaredariyên me jî vê yekê pêk bînin em ê hewl bidin. Ev xizaniya ku jin di nav de dikişînin encamek e. Ev encama siyaseta şer e, encama siyaseta mêtînger e. Em ê vê xizaniyê qebûl nekin. Li dijî îstîsmara keda xwe em ê li qadan, kargeh û malan mezintirîn rêxistina jinan ava bikin. Li ku derê em hatin gel hevdu, em ê dîsa bi hêz bibin û rabin. Em ê mal bi mal, derî bi derî, gund bi gund, tax bi tax li hev bicivin, bi çalakiyên xwe yên hişmendiyê em ê vê rêxistinê mezin bikin û em ê rê nedin îstismarkirina keda xwe û xizaniya jinê.

Em ê îro jî wek roja yekem bibêjin û eşkere bikin. Ev hikûmet li dijî jinê ye. Her polîtîka û her siyasetmedarê hikûmeta AKP-MHP’ê şîdeta li ser jinê pêş dixe. Kuştina zarokan zêde dike. Komkujiya Narîn Guran a ku îro em hemû bi baldarî lêkolîn dikin û di raya giştî de li bersivan digerin, wêneyê polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên li hemberî jin û zarokan e. Ev yeka han eşkere ye ku civak ji ber siyasetên hikûmetê rastî rizandinê hatiye. Kesekî ji roja ewil û vir de hewl da manîpule bike, wekaletên hikûmetê, tifaqa mêtinger a hikûmetê, di qetlîama Narînê de çi rol girtine û sûc kirine, ji bo ku fail dernekevin holê, hemû raya giştî ev yek dît. Wezîrên Edalet, Karên Hundir, Malbat û Polîtîkayên Civakî, wezîrên ku ji qetilkirina jin û zarokan berpirsyar in, tên gundê Çûlîyê. Weke ku yên ku polîtîkayên pêşîgirtina li qetlîamên zarok û jinan ji holê rakir û kiryarên zîhniyeta ku ev welat anî vê rewşê, li cihê bûyerê kom dibin. Hêzên paramîlîter ên salên 90’î û yên bi Hizbul-Kontra re mil bi mil meşiyan, li ser cenaze û gora Narînê tên cem hev. Piştî vê bûyerê Hizbulkontra derket û partiya me hedef girt û hewl da sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên li dijî jin û zarokan pêk anîne veşêre. Divê baş bê zanîn ku; Ev kes, ev jin, van qatilan, kontrayên ku di salên 90’î de cînayetên kiryar nediyar kirine, baş nas dikin. Divê tu kes guman neke ku em ê îro jî mîna duh li dijî vê zîhniyeta xirab têkoşîna herî xurt bidin. Em ê dev ji hesabpirsîna ji bo Narîn û hemû jin û zarokên hatine qetilkirin bernedin.

Di 6 mehên destpêkê yên sala 2024’an de 205 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. 117 jin di şert û mercên gumanbar de mirî hatin dîtin. Di encama vê hikûmetê de hêz û teşwîqkirina sûcdaran di meha Tebaxê de 33 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Ev komkujî bi polîtîkayên ku jiyana jinan dikin hedef hatin meşrûkirin. Ji Peymana Stenbolê vekişiyan û hewl dan ku van komkujiyan zêdetir bikin.

Polîtîkayên xwe berdewam kir û hewl da qanûna bi hejmara 6284’an bi pakêtên darazê ji holê rake. Di dawiyê de jî diyar kir ku jin piştî zewacê nikarin paşnavên xwe bikar bînin û ev yek careke din îspat kir ku ew jinan weke mijar nabîne.

Rewşeke din a giran heye. Bi taybetî dema ku wezaretê ev yek ji sala 2024’an de ragihand, lêkolîna herî dawî ya li dijî tundiya li ser jinê lêkolîn herî dawî jdi sala 2014’an de hatiye kirin. Pirsgirêka ku divê bi rêkûpêk bê kirin, lê diyar dikin ku ew ê bi TÛÎK’ê  vê lêkolînê bikin û ev jî baweriyê nade jinan.- Wê demê ger ku TÛK bibêje tundiya li ser jinê kêm bûye em ê matmayî nemînin. Di demeke ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi hemû sazî û dezgehên xwe siyaseta qirêj dimeşîne, ev desthilatdarî bi vê rêbaza xwe dixwaze ji xwe re kes û civakên meqbûl biafrîne.  Tirkiye bi modela perwerdehiya sed salî ji bo zarok û ciwanan bûye xeter. Bi polîtîkayên xwe yên perwerdehiyê cihêkarî û newekheviyê kûrtir dike. Xwendekarên ku bi birçîbûn û xizaniyê dest bi sala xwendinê kirin, niha jî bi mufredata ku ji hikûmetê re şukir bikin tên perwerdekirin. Li dijî pergaleke perwerdehiya zayendperest, monîst, cihêkar ji bo polîtîkayên perwerdehiya bi zimanê dayikê ya azad,  wekheviya zayendî pêk bînin, li her derê em ê têbikoşin.

Gelek tişt hene ku em bibêjin û gelek karê me heye. Di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de, em bi rêxistinbûneke mezin derketine rê. Em îro jî bi sazî, platform, torên têkoşînê û bi polîtîkayên xwe yên rêveberiyên herêmî, weke roja ewil vê têkoşînê bi awayekî herî xurt dimeşînin. Lê em dizanin ku ev têrê nake. Em ê tu carî destûrê nedin ku jiyana me were desteserkirin û dizîn. Rê û rêbaza vê ji me re zelal e. Em ê yên heyî em ê tora herî xurt a têkoşîna li dijî tundiyê bi rêxistin bikin û berfireh bikin.

Bi xebatên atolyeyan, bi hevdîtinên jinan wê deriyek nemîne ku em lê nedin. Bi zêdekirina sazî û stargehên xwe em ê li dijî polîtîkayên mêtînger ên vê hikûmetê bi awayekî herî xurt xwe bi rêxistin bikin. Ji bo pûçkirina şerê qirêj ê bi amûrên şerê taybet ku di ser jin û ciwanên Kurd  re tê meşandin, em ê têkoşîna xwe weke xeta sereke diyar bikin.  Em ê bi rêveberiyên xwe yên herêmî, komele û tevnên têkoşînê yên hevpar re têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê bi awayekî herî xurt bidomînin. Em ê jiyana xwe ji merhemet û qanûnên desthilatdariya mêtînger re nehêlin. Em konferansa xwe bi dirûşma“Em di jiyana wekhev û azad de israr dikin – xwe birêxistin dikin” dest pê dikin. Gumana me tune ku em ê ji konferansa xwe bi biryarên pir xurt dernekevin. Ji ber ku em rêhevalên Rosa, Sakîne, Sêve, Kader Ortakaya, Sîbel, Hevrîn Xelef û jinên pêşeng ên şoreşa Rojava ne. Yên ku jinên cîhanê li dora felsefeya Jin Jiyan Azadî ya ku porê Jina Mahsa Emîn ji xwe re kirine sedema îsyanê, dikin yek. Yên ku soz dane wê  pênûsa Gulîstan, Hêro û Nagihanê li erdê nehêlin in. Em jinên ku li kargeh û atolyeyên tekstîlê li dijî îstîsmara kedê di grevê de ne. Yên ku dibêjin em ê nehêlin ji Îkizdere heta Cûdî, ji Akbelen heta Qulp û Çîftekoyê parçeyek axa me bibe qurbana berjewendiya siyasetê ne. Ez gotina xwe bi gotina ku em di jiyana azad û wekhev de israr dikin û bi hemû tecrubeyên xwe yên têkoşînê birêxistin dibin, bi dawî dikim û heyeta Konferansê silav dikim. Bijî hevgirtina jinan, jin jiyan, azadî!”

Piştî axaftinê konferans ji çapemeniyê re girtî dewam kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê TJK-E: Em dibêjin ‘Na ji darvekirinê re, erê ji jiyanê re’
Nûçeya Pişt re KJAR: Ji bo bidestxistina jiyana azad û demokratîk pêwîstî bi hevgirtin û yekîtiyê heye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Amedê dagirkerî hate şermezarkirin: Em berxwedanê mezin bikin

Li Amedê, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û biryardariya…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK: Metirsiya herî mezin siyaseta hevkar a PDK’ê ye

Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê diyar kir ku siyaseta hevkariyê ya PDK’ê metirsiyeke mezin bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Darfûrê êrîşa li ser mizgeftê: Herî kêm 13 sivîl mirin

Li herêma Darfûrê ya li rojavayê Sûdanê, di êrîşa li ser mizgefteke li bajarê El…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

TJK-E’yê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Çîgdem Kiliçgun Ûçar ji bo 8’ê Adarê bang li hemû jinan kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinên Kurd ji bo civîna ‘yekîtiya neteweyî’ ya 2’yê Adarê bang kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê 4 jin hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?