În, 9 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê komplo hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li  Çewlîgê berteka li dijî GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbat ji Girava Îmraliyê vegeriyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Rêber Apo çû Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Divê şert û mercên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bên afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 9’ê Cotmehê li Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Halît Oral li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    DBP: ‘Azadiya Rêber Ocalan pêwîstiyeke dîrokî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG û YJA Starê: Komplo bi têkoşînê hate pûçkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Di sala 29’an a komployê de em têkoşînê bilind bikin û Rêber Apo azad bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Kongra Star nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê da
Rojava

Kongra Star nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê da

Meclîsa Kongra Star daxuyaniyek çapemeniyê da û bertekek tund nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û xiyaneta PDK’ê da.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Meclîsa Kongra Star têkildarî rewşa dawîn a li Başûrê Kurdistanê û siyaseta li dijî gelê Kurd, daxuyaniyeke weşand.

Daxuyanî li pêşiya navenda Kongra Star’ê ya li bajarê Qamişlo hate dayîn.

Metnê daxuyaniyê ji aliyê Endama Rêveberiya Kongra Star’ê Îbdîsam Hisên ve hat xwendin.

Kongra Star di daxuyaniyê de bal kişand ser têkiliyên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê, û da zanîn ku PDK’ê her tim li dijî tevgera azadiyê û gelê Kurd di nava îxanetê de ye.

Îbdîsam Hisên bal kişand ser peywendiya di navbera dewleta Tirk û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de û wiha hate gotin: “Wekî tê zanîn ji destpêkê ve peywendiyên dewleta Tirk û PDK’ê bi hev re hene û her tim li dijî tevgera azadiyê û gelê Kurd di nava îxanetê de ye. Lê belê piştî di hilbijartinên vê dawiyê de gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê bi serket û faşîzma Erdogan lawaz bû, siyaseta jinûve dagirkirina Kurdistanê û qeyûman hate destpêkirin, li dijî vê siyaseta ku îradeya gel desteser dike li Bakurê Kurdistanê û gelek deverên cîhanê gel li dijî vê siyasetê li ber xwe dide û bi ser dikeve. Wekî her car PDKˊê ji bo faşîzma Tirk a binketî rizgar bike, kete dewrê, bi zanabûn li deverên curbecur ên Başûrê Kurdistanê agir bi kargehan xist û xwest ku tevgera azadiya gelê Kurd pê tawanbar bike. A rast ev jî parçeyeke siyaseta wan a şerê taybet û qirêj e û weke her carê xwestin rastiyê veşêrin û bala raya giştî bi mileke din ve bikişînin û kiryarên xwe yên qirêj veşêrin.”

Îbdîsam Hisên diyar kir ku di şerê li dijî gerîla yê li çiyayên Kurdistanê de çeteyên DAÎŞ`ê hene û wiha domand: “Li gorî hin daneyan 800 DAÎŞ’î û hezar û 500 cerdevan anîne Başûrê Kurdistanê ku li dijî şervanên azadiyê şer dikin. Aşkera 3 hezar panzer, 4 hezar leşker û 100 navendên Tirkan niha li Başûrê Kurdistanê hene ku nasnameyên gel kontrol dikin û welatparêzan qetil dikin, dixwazin sîxurtiyê li Başûr pêş bixin. Dewleta Tirk bi deh kîlometreyan ketiye axa Başûrê Kurdistanê.  Qaşo pêşmergeyên PDK’ê yên ji aliyê MÎTˊa Tirkan ve hatine perwerdekirin jî ji vê siyaseta qirêj re pêşengtiyê dikin û dixwazin Kurdan bi destê Kurdan bidin kuştin.”

Îbdîsam Hisên îşaret bi baregehên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê kir û wiha domand: “Cardin li gorî hin daneyan di van salên dawiyê de li Dêrelok, Kanî Masî, Şêladizê 58 baregeh ava kirine û li Amêdiyê û Şêladizê baregehên nû ava dikin. Ev îxanet êdî sinorê tehemûlkirinê derbas dike. Mala Barzanî ya bi salane xwe li ser xwîna ciwanên Kurd ên welatparêz dide jiyankirin, ji xwînmijî û îxanetê têr nabe.”

Îbdîsam Hisên bang li gelê Kurd kir û got: “Pêwîst e gelê Kurd vê baş bizane ku dewleta faşîst a Tirk a ku ji aliyê şervanên azadiyê ve bi bin dikeve, ji aliyê malbata Barzanî ve tên rizgarkirin. Ev ne cara yekê ye ku mala Barzanî vê dike û ziyanekî mezin dide yekitiya gelê Kurd û erdnîgariya Kurdistanê. Heta niha bi sedan însanên sivîl hatine qetilkirin û bi dehan gund hatine şewitandin, bi awayekî bêperwa her roj daristanên Kurdistanê didin ber agir, daran jê dikin û heta lawirên wê jî li ber çavên cîhanê dişewitînin, lê mixabin  hikumeta Iraqê û cîhan li hember vê bê deng in. Ev jî dide nîşandan ku dewleta Tirk, PDKˊê û hikumeta Iraqê di siyaseta qirkirina Kurdan, şewitandin û talankirina erdnîgariya Kurdistan û dagirkirina Başûrê Kurdistanê de li hev kirine û heman siyasetê dimeşînin.”

Endama Rêveberiya Kongra Star’ê Îbdîsam Hisên di daxuyaniyê de diyar kir ku malbata Barzanî tu carî berjewendiyê gelê Kurd neparastiye û siyaseteke yekitiyê nedaye meşandin, her tim siyaseta fitne, gendelî û xiyanetê bi pêş xistiye û wiha got: “Taloqxistina hilbijartinan ên li Başûrê Kurdistanê jî nîşaneya vê ye û niha hikumeta mala Barzanî ne rewa û dervî qanûnî bi darê zorê Kurdistana Başûr di destê xwe de girtinye. Ev di dîroka wan de heye, çawa dema derbasbûyî panzerên Sadam anîn û Hewlêr da dagirkirin, îro jî panzerên Tirkan tîne û Kurdistanê ji nû ve dagir dike. Wekî em hemû dizanin ku cihê dewleta faşîst a Tirk dikeviyê nema jê derdikeve. Ev dijminahî di serî de li hemberî gelê me yê Başûr ê berxwedêr e. Em hemû dizanin ku gelê me yê Başûr li dijî faşîzma Sadam berxwedaneke bêhempa meşand û zarokên xwe yên herî hêja feda kir, zor û zehmetiyên mezin jiyî. Niha jî bi awayekî aşkera, malbata Barzanî destkeftiyên gelê me yê Başûr û yê Kurdistanê bi bêperwa pêşkêşî dewleta Tirk a faşîst dike. Ev derveyî wîjdan û exlaqê ye, çi kesên xwedî wîjdan û exlaq nikarin vê siyaseta qirêj û derveyî exlaqê qebûl bike û bibe şirîkê wê.”

Îbdîsam destnîşan kir ku li dijî vê konsepta qirkirina gel û xwezayê, erîlayên azadiyê bi awayekî bêhempa li ber xwe didin, artêşa Tirk a faşîst windahiyên mezin dide û wiha domand: “Pêwîst e em jî wek gelê Kurd, jin û raya giştî ya demokrat û gelê welatparêz li dijî vê siyaseta qirkirinê û xiyaneta malbata Barzanî bisekinin û vê siyaseta qirêji bi tundî teşhîr bikin.”

Endama Rêveberiya Kongra Star’ê Îbdîsam Hisên di dawiyê de wiha destnîşan kir: “Em ji mala Barzanî re dibêjin, we tu carî berjewendiyên Kurd û Kurdistanê neparastine û îro jî naparêzin, hûn her tim di nava îxanetê de bûn û nûnertiya gel nakin û di nava îxaneteke dîrokî de ne û demildest dest ji vê siyasetê berdin. Hûn ê li hemberî dîrokê û gel hesabê vê bidin. Em ê jî weke Kongra Star tu carî li hemberî vê siyaseta dijminahiya gel û jinan a gel parçe dike û qetil dike bê deng nemînin û li ber xwe bidin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Aliye Osman: Jinên hatine koçberkirin divê ziman û çanda xwe bidin jiyîn
Nûçeya Pişt re Dagirkeran li Efrînê arazî dan ber agir, 25 hezar dar şewitîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Dêrazorê 6 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin

QSDˊê ragihand ku li rojavayê gundewarê Dêrazorê di operasyona ewlehiyê ya li dijî şaneyeke DAÎŞ’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Haci Lokman Bîrlîk li Şirnexê li ser gora xwe hate bîranîn

Haci Lokman Bîrlîk ku li Şirnexê di sala 2015'an de piştî hate qetilkirin bi rengekî…

Ji aliyê Stêrk TV

3 rêyên ku diçin taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin vekirin

Hêzên hikumeta veguhêz komên axê yên 3 rêyan rakirin û rê da ku erebe derbasî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê komplo hat şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Malbat ji Girava Îmraliyê vegeriyan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?