Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Koreya Bakur KCNA’yê fuze weke ‘Fuzeya balîstîk a hîpersonîk a bi menzîla navîn’ pênase kir. Fuzeya ku ji herêma Pyongyangê hate avêtin, beriya ku bikeve Derya Japon gihîşt leza bi 12 qatî ji ya deng zêdetir (Mach 12) û 1.500 kîlometre li pey xwe hişt.
Lîderê Koreya Bakur Kim Jong Un li gel keça xwe ya ciwan Ju Ae ceribandina fuzeyê şopand û diyar kir ku fuze ji bo xurtkirina hêza nukleerê ya welêt a ji bo jêvegerandina hevrikan hatiye kirin. Her wiha anî ziman ku fuze wê li dijî hevrikên li herêma Pasîfîkê bibe mekanîzmayeke parastinê ya cihê baweriyê.