Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û malbatên windakiriyan careke din bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” li gelek bajaran hatin bahev. Şaxa ÎHD’a Amedê û malbatên windakiriyan di hefteya 807’emîn a çalakiyên xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolûyê hatin bahev. Di daxuyaniyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Mesût Dundar ê di tîrmeha 1992’yan de li navçeya Cizîr a Şirnexê hate windakirin hate vegotin.
Yek ji rêveberên Şaxa ÎHD’a Amedê Yakûp Guven, bertek nîşanî binçavkirina ciwanên govendê digerînin da. Guven, destnîşan kir ku dirûşma ku ciwanên li Mêrsînê hatin binçavkirin berzkiriye ne sûc e û wiha got: “Em bêhiqûqiyê qebûl nakin.”
Pişt re endama Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Berfîn Elçî, çîroka Dundar xwend. Dû re daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÊLIH
Li Êlihê jî ÎHD’ê û malbatên windakiriyan di hefteya 643’emîn a çalakiyên xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistanê hatin bahev. Di çalakiya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” de ji bilî parazvanên mafên mirovan, rêveberên OHD’ê û MEBYA-DER’ê jî beşdar bûn.
Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Erkan Kolkaldiran ê di çalakiyê de axivî, anî ziman ku heta aqubeta windakiriyan were aşkerekirin û faîl bên darizandin dê têkoşîna wan bidome.
Dû re çîroka Nûnerê Kovara Ozgur Halkê yê Êlihê Çetîn Abayay ê di 29’ê tîrmeha 1992’yan de di êrişa çekdarî ya 3 kesan de li Êlihê birîndar bû û di 30’ê tîrmehê de jiyana xwe ji dest da hate xwendin.
Daxuyaniya li vir piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
COLEMÊRG
Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û malbatên windakiriyan di hefteya 133’emîn a çalakiya xwe de li Kolana Hunerê ya li navçeya Geverê hatin bahev. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Nacî Şengul, Salîh Şengul, Hayrettîn Ozturk û 11 gundiyên piştî li mezraya Bêgalte yê girêdayî gundê Bêsosin ê navçeya Şemzînan a Colemêrgê di 24’ê tîrmeha 1994’an de hatibûn binçavkirin, hatibûn qetilkirin hate xwendin.
Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz got ku “133 hefte ne ji Colemêrgê ji bêcezahiştina sûcê windakirina di bin çavan de re îtîraz dikin.” Çapraz a destnîşan kir ku divê polîtîkayên necezakirinê bên bidawîkirin, çîroka çîroka Nacî Şengul, Salîh Şengul, Hayrettîn Ozturk û 11 gundiyên hatine qetilkirin xwend.
Çapraz a da zanîn ku 30 sal in ji bo gundiyên hatine qetilkirin li edaletê digerin, bang li rayedaran kir ku aqûbeta Nacî Şengul, Salîh Şengul, Hayrettîn Ozturk û gundiyên din bê aşkerekirin û xwest berpirsyar bên darizandin.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.