Fermandariya Jendermeyan Aydinê îro di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Aydinê de li navçeyên Efeler, Dîdîm, Germencîk, Kuşadasi û Sokeyê bi ser malan de girt. Di serdegirtinên malan de 7 kes hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku welatî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatine binçavkirin û li Fermandariya Cendirmeyan a Bajar tên ragirtin.