Doh danê sibehê bi hezaran kes bi konvoyekê mezin ji bo piştgiriya hêzên QSD û YPJ`ê berê xwe dan Bendava Tişrînê. Gel li ser rêya Tişrînê ji aliyê dewleta dagirker a Tirk ve gelek caran hat hedefgirtin. Li gel êrîşan jî gel bi biryariyeke mezin berê xwe da Bendava Tişrînê.
Li Bendava Tişrînê bi destê şervanên QSD û YPJ`ê destanê lehengiyê tê nivîsîn. Dewleta Tirk a dagirker bi hemû teknîka xwe êrîşî Bendavê dike, lê heta niha ji ber berxwedanê şervanên QSD’ê bi ser neketiye. Di 8’ê Kanûnê de êrîşeke pir dijwar li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê de pêkanîn. Di encama wan êrîşan de ji endamên QSD’ê, KOMANDOS, YPJ’ê, Hêzên Taybet, Hêza Ewlekariya Hundirîn (HAT) gelek şervanê azadiyê şehîd bûn.
Dewleta Tirk a dagirker ji ber pîvanên dervî mirovî binpê kiriye, li gel êrîşê bendavê li hemberî gel komkujiyan jî pêk dianî. Di encamê êrîşên Eyn Îsa û gundê Cedê yê girêdayî Kobanê de gelek zarok, jin, kal û pîr hatin qetilkirin. Armanca van êrîşên dewleta Tirk pêşî lê girtina pêkhatina Neteweya Demokratîk û biratiya gelan e.
Serokomarê Dewleta Tirk a dagirker Erdogan gotibû Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eger ku çeka xwe daneynin ew ê wan bi tevî çeka wan binax bikin. Di encamê van gotinan de li ser sînor careke din qirkirinên xwe domandin. Gelê ku berê xwe dabû Bendava Tişrînê jî bi helwesta ku DAÎŞ têk biribû re bi moral û îradeyeke mezin niha li ser bendavê berxwedanê xwe didomîne.
Di bin topebarana dewleta Tirk de gel li ser bendavê dirûşmeyên berxwedanê berz dike. Li gel vê li ser bendavê tilîlî, stran, govend û dengê daholan berz dide. Dîlan û stranê jin û ciwanan heta sibehê dewam kirin. Gel bi coş û kelecanê piştgiriya xwe ya berxwedanê raber dike. Canê xwe kirine mertal, biryardarî û îradeya xwe datîne holê. Heta niha jî berxwedana gel li bendava Tişrînê didome…