Bi saya qanûna nû, hikumeta Fransa ji bo radestkirina berhemên li koleksiyonên cemaweriyê wê êdî pêwîstiyê her carê bi derxistina qanûneke nû nebîne. Li gorî vê yekê, berhem wê bi biryarnameyeke hikumetê karibe ji envantera cemaweriyê bê derxistin.
Qanûn berhemên çandî yên navbera 20’ê Mijdara 1815 û 23’ê Nîsana 1972’an digire nava xwe. Ev pêvajo demeke welê ye ku mêtingeriya Fransayê berfireh bûbû û peymana UNESCO’yê ya têkildarî veguhestina berhemên çandî kete meriyetê.
Qanûn piştî soza Macron a sala 2017’an hate amadekirin ku li paytexta Burkina Faco Ouagadougouê axivî bû. Macron wê demê gotibû, ew dixwazin di navbera Fransa û mêtingehên berê de ‘rûpeleke nû’ veke.
Fransayê beriya niha hin berhem bi rengekî sembolîk radest kiribû. Di sala 2020’î de ji xazîneya aobmey a Benine 26 berhem hatibûn radestkirin. Ji Senegalê re jî şûrê El Hac Omer hatibû radestkirin. Dahola bi navê ‘Dijdji Ayokwe’ ya ku sala 1916’an ji Peravên Diranê Fîlan hatibû wergirtin, di sala 2026’an de radestî wî welatî hatibû kirin.
Çînê jî qanûn bi kêfxweşî pêşwazî kir. Rêveberiya Pekinê diyar kir ku ji bo radestkirina berhemên çandî ew dixwazin bi Fransayê re hevkariyê bikin. Çîn îdîa dike ku di sala 1860’î de leşkerên Fransî û Îngiliz di dema talankirina Qesra Havînê ya Berê ya li Pekînê de gelek berhemên dîrokî revandibûn.

