Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Divê civak xwedî li hunermendan, hunermend jî xwedî li civakê derkeve’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Orûç: Têkoşîna li dijî narkotîkê divê bi avakirina xeta civakî ya astengkirinê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma muzîkê ya BaBa Zula: Em bi aştiyê re ne, divê desthilatdarî gavê biavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Ramazan Tan hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Aştî bi tevlîbûna jinan mayinde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li gelek bajaran Nobetên Edaletê berdewam dike
Rojane

Li gelek bajaran Nobetên Edaletê berdewam dike

Li Amed, Wan, Stenbol, Îzmîr, Edene û Mêrsînê Nobetên Edaletê berdewam dike. Di Nobetên Edaletê de peyama, “Divê hemû kes xwedî çalakiyên grevên birçîbûnê derkevin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Nobeta Edaletê ya di çarçoveya pêngava navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî” li Amed, Stenbol, Wan, Edene, Îzmîr û Mêrsînê hatiye destpêkirin, bi serdanên gel didome.

STENBOL

Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li Stenbolê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) ve hatiye destpêkirin, li avahiya Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sancaktepeyê berdewam kir. Di çalakiyê de pankartên “Ji bo jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Beşdarên çalakiyê pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di çalakiyê de beşdaran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin û stranên Kurdî gotin.

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevserokê Şaxa ÎHD’a Stenbolê Îshak Demîrel, rêveberên DEM Partiyê yên Ataşehîrê û gelek welatî hatin serdana çalakiyê.

Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek girîngiya Nobeta Edaletê vegot û anî ziman ku dê di demên pêş de çalakiyên cur bi cur li dar bixin. Çîçek destnîşan kir ku divê tevahiya civakê xwedî li çalakiyên heyî derkevin û ev tişt anî ziman: “Min bi salan parêzertiya birêz Abdullah Ocalan kir û dema mijara behsa xeberê dibû azadiya wî, wiha digot; ‘Heke gelê min azad nebe, ez xwe azad hîs nakim.’ Divê em jî li gorî vê rastiyê xwe birêxistin bikin. Divê neyê jibîrkirin ku tu hêz nikarin gelên birêxistinkirî têk bibin.”

PEYAMA TÊKOŞÎN Û PIŞTEVANIYÊ

Hevserokê Şaxa OHD’ê Îshak Demîrel jî diyar kir ku çalakiya Nobeta Edaletê moraleke mezin dide girtiyên di greva birçîbûnê de. Welatiyên hatin serdanê diyar kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bicihanîna daxwazên girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de divê têkoşîn bê dayîn. Welatiyan destnîşan kirin ku daxwazên girtiyan di heman demê de daxwazên wan in û diyar kirin ku ji bo vê dê têbikoşin û piştevaniya xwe mezin bikin.

Çalakiya nobetê bi stranên Kurdî çepik û tililiyan berdewam kir.

AMED

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 44’an de berdewam kir. Welatiyên tev li nobetê bûn pêşmalkên ku bi Tirkî û Kurdî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Endam û rêveberên Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD FED) hatin serdana nobetê.

Dayikan gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin û çalakvanan destnîşan kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê jî dê têkoşîna xwe bidomînin.

ÎZMÎR

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya Nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Egeyê hatiye destpêkirin di roja 10’emîn de berdewam kir. Di çalakiyê de pankartên “Li dijî tecrîdê berxwedan”, “Ji bo edeletê tecrîdê bişkînin”, “Ji bo aştiya civakî em bibin denge zindanan” hatibûn vekirin.

Rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yên Îzmîrê û navçeya Torbaliyê hatin serdana nobetê.

Dayika Firat Yagmekan ê li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin, Fatma Yagmekan di çalakiyê de got ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û azad bibe. Yagmekan, wiha domand: “Dewlet dengê me nabihîse. Tecrîda li ser Serok Abdullah Ocalan bi sala ye didome. Zarokên me ji bo azadiya Serok Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê. Weke malbatên wan em jî têdikoşin û piştgiriyê didin wan. Heta ku tecrîd hebe dê têkoşîna me jî bidome.”

EDENE

Nobeta Edaletê ya ku li Edeneyê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 45’an de berdewam dike. Rêveberên DEM Partiyê hatin serdana nobetê.

Di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin û çalakî bi strîna stranên şoreşgeriyê dom kir.

WAN

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wanê bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya DBP’a Wanê hatiye destpêkirin di roja 44’an de berdewam kir. Namzeta DEM Partiyê ya Hevşaredariya Rêya Armûşê Canan Uzunay di çalakiyê de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha got: “Bandora tecrîdê niha li tevahiya welêt tê hîskirin. Heta ev tecrîd ranebe dê pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin.”

Namzetê din Cevdet Altindag jî got ku ji bo rakirina tecrîdê divê têkoşîneke xurt bê meşandin.

MÊRSÎN

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Çukurova TUAY-DER’ê û xizmên girtiyan li Mêrsînê hatiye destpêkirin di roja 45’an de didome. Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li nobetê bûn. Di nobetê de her tim dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Ji tecrîdê re na, ji Abdullah Ocalan re azadî” hatin berzkirin.

Nobetê pişt re bi klamên dayikan berdewam kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Meşa Azadiyê li gel berfê dewam dike
Nûçeya Pişt re Panorama bi dîmen a çalakiyên YJA Starê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Civîna hevşaredaran: Xizmetên şaredariyê têne astengkirin

Beriya civîna hevşaredaran a li Amedê Alîkarê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amedê wê li dijî tiryakê meş were kirin

“Platforma Şiyar Be! Têkoşîna Li Dijî Tiryakê” ya li Amedê hatî avakirin, wê 12’ê Hezîranê…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Silêmanî îro jî ji bo Rojava li qadan bû

Ji bo piştgiriya berxwedana Rojava, li Silêmaniyê bi tevlîbûna bi hezaran kesan meş hate lidarxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li sînorê Sûdan-Misrê êrişa hewayî: 72 madenkar hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li peravên Cîbûtiyê di keştiya ku noqî avê bû de hejmara miriyan derket 139’an

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Divê civak xwedî li hunermendan, hunermend jî xwedî li civakê derkeve’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?