Nîlay Guleser a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê ye, îro bi hevjînê xwe Îrfan Guleser re bi telefonê axivî û diyar kir ku di 29’ê Çileyê danê sibehê de zêdetirî 20 gardiyanan girtine ser qawîşan, amûrên metbexê û maseya mitbaxê ji aliyê gardiyanan ve hatiye şikandin û ji bo ku neyên bikaranîn dermanên wan jî avêtine erdê.
Nîlay Guleser di axaftina xwe ya telefonê de diyar kir ku lêgerînên qawîşan ên heftê carekê dihatin kirin çend mehên dawî de bilind bûye heftê du caran.
Nîlay Guleser diyar kir ku Nerîman Bîrlîkler ya nexweşa tansiyona bilind ya kronîk bi giliya tansiyona bilind nîşanî bijîşkê girtîgehê dane, lê tevî daxwaza wê jî sewqî nexweşxaneyê nehatiye kirin û digel ku girtî dermanên xwe yên tansiyonê berî roja xwe daxwaz dikin jî tên derengxistin.