Kobanê ku bi berxwedana xwe ya li hemberî DAÎŞ’ê li tevahiya cîhanê deng veda, bi komxebatekê Roja Kobanê ya Cîhanê pêşwazî kir.
Li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi pêşengiya PYD’ê komxebat hate lidarxistin.
Ji hêzên leşkerî heta bi rêveberiya herêmê, nûnerên gelek saziyan tevlî komxebatê bûn.
Endamê Desteya Rêveber a PYD`ê Salih Mislim, di komxebatê de axivî û anî ziman ku di encama berxwedaneke destanî de li Kobanê dîrok ji nû ve hatiye nivîsandin û got, “Di 1’ê Mijdarê de hemû gelên cîhanê ji bo Kobanê rabûn ser piyan. Di wê dîrokê de tiştek tê bîra mirov, ew jî gava mirov şer bike ji welat jî hez dike. Divê mirova şer bike azad bibe, dema ku azad jî bibe wê bê hezkirin. Li ser banga seferberiya ji bo Kobanê bi hezaran ciwan berê xwe dan Kobanê û li ber xwe dan. Di encama berxwedana mezin de gelek berdêl hatin dayîn. Divê em layîqî wê berxwedaniyê derkevin, xwedî li wê destana dîrokî derkevin û dîrokê wê yekê binivîsin.”
‘1’Ê MIJDARÊ ROJA SERÎ HILDAN Û HEVGIRTINA GELAN E’
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Kobanê Mehmûd Dêmo, diyar kir ku 1’ê Mijdarê bi gotinan nayê wesifkirin û wiha dom kir, “1’ê Mijdarê roja ku gel li dijî terorê serî hildaye û hevgirtina xwe xurt kiriye. Gel hêvî di hêza me de dîtin. Hêza ku dawî li terorê anî. Em vê rojê li tevahî gel, Rêber Apo û malbatên şehîdan pîroz dikin. Em ê xeta ku şehîdan nîşanî me daye bişopînin. Tola şehîdan hat hildan û li ser vê erdnîgariyê DAÎŞ hat tune kirin. Bi saya şehîdan vaye em hene û em ê her hebin. Heta ku şervanek jî me mabe em ê xwedî li vê axê derkevin. Em ê gelê xwe esas bigirin, hêza xwe ya leşkerî xurt bikin û xeta xwe ya sêyem esas bigrin.”
‘DAÎŞ JI BO TEVAHIYA CÎHANÊ GEFEK MEZIN BÛ’
Rêveberiya Teyara Şoreşger a Sûriyê Dr. Xeyes Neîm, anî ziman ku berxwedana Kobanê li nava rûpelên dîrokê de hate nivîsandin û wiha axivî, “DAÎŞ’ê bi hemû hêzên xwe li Iraq û Sûriyê gelek herêm dagir kiribûn. Hemû saziyên civakî yên sivîl hedef girt û li hemerî tevahî netew û civakan bû gefek mezin. Lê li hemberî wê yekê Kobanê berxwedanî kir û bi ser ket.”
Nivîskarê Fransî Patrês Firenşîsko, diyar kir ku ew bi hemû hêza xwe piştgirî dide vê têkoşînê û got, “ Ez wek nivîskar hemû şervanan û hemû gel silav dikm. Di nava şerê Kobanê de ez amade bûm û min ew berxwedanî bi çavên xwe dît.”
‘1’Ê MIJDARÊ SALVEGERA PARASTINA TEVAHIYA MIROVAHIYÊ YE’
Şêwirmendê Ewlehiya Misrê Ehmed El Emîd, jî têkildarî berxwedana Kobanê wiha got, “Îro salvegera parasitna tevahî mirovahiyê ye. Bajarê Kobanê bûye sembola berxwedanî û azadiyê. Berxwedana ku li Kobanê hat raberkirin ji bo rizgariya tevahiya gelan bû, ne tenê ji bo gelê Kobanê bû. Lê dîsa şervanan berxweaniyeke gelekî mezin li hemberî terorê pêş xist û bi ser ket.”
Mûnîr Edîbû, jî destnîşan kir ku di encama berxwedana şervanan de çeteyên DAÎŞ’ê têk çûye û got, “Ji bo gelan bû destpêka avakirina jiyanê. Ev yek bi saya şervanên li ber xwe dane pêk hat.”
Lêkolînerê Kantonên li welat û herêmên cuda Henî Cemîl, got ku şervanên berxwedêr ji bo parastina axa xwe ji terorê, berdêlên giran dane û anî ziman ku hemû çand û kevneşopiyên xwe parastin.
‘KOBANÊ JI BO CÎHANÊ BÛ NASNAMEYA BERXWEDANÊ’
Yek ji şahidên berxwedana Kobanê Laleşîn Abdullah, da zanîn ku şerê li Kobanê tevahiya Kurdan bi cîhanê daye naskirin û got ku bi saya Rêber Apo Kobanê ji bo cîhanê bûye nasnameya berxwedanê. Abdullah got, “Her çend Kobanê bajareke biçûk be jî bi hezaran dil li hev civand û fedekariya jina Kurd û berxwedana şervanan dîrok ji nû ve nivîsand.”
Hevseroka Meclîsa Malbatên şehîda a Kantona Firatê Sara Xelîl, jî li ser pêvajoya derketina çeteyan, ragihandina şoreşa 19’ê Tîrmehê û şerê Kobanê nirxandin kir. Xelîl, da xuyakirin ku Kurdan li dijî her cure desthilatdariyê serî hildan û riya azadî û wekheviyê şopand û behsa kêliyên şer kir.
‘KOBANÊ BI SER KET’
Piştre jî Hevserokê TEV-DEM’ê ya kantona Firatê Enwer Mislim, jî behsa hevgirtina gelê Bakurê Kurdistanê û cîhanê ji bo berxwedana Kobanê kir û ev tişt gotin, “Gelê me yê li Bakurê Kurdistanê, bi şev û roj li ser sînor ji bo Kobanê li ser piyan bûn. Gelê cîhanê jî ji bo Kobanê rabû ser piyan û Kobanê bi tenê nehîşt. Kobanê bi ser ket.”
Piştî axaftinan di komxebatê de xelat hatin belavkirin. Beşdarên komxebatê piştre berê xwe dan Pakrewangeha Şehîd Dîcle û li wir ji bo şehîdên berxwedanê deqeyek rêz girtin.
Komxebat bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.