Li Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê, konê bîranîna 68 gerîlayên YJA Star û HPG’ê yên di demên cuda de şehîd bûn, hate vedan. Tê payin ku bîranîn bi rengekî girseyî pêk were.
Karwanê gel doh ji bajarê û bajarokê Til Temir, Hesekê, Zirgan, Dirbêsiyê, Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Til Koçer, Amûdê, Tirbespiyê û Çilaxa ji bo beşdariya merasîmê li Çerxerêya Qendîlê a li Til Temirê kom bû û ber bi Kobanê ve bi rê ket.
Bi wesîleya merasîmên bîranînê li bajarê Kobanê dikan û bazar hatin girtin.
Li gorî Meclîsa Malbatên Şehîdan, wê di merasîmên bîranînê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, li ser navê Koordînasyona Kongreya Star û her wiha li ser navê partiyên siyasî, Kongreya Îslama Demokratîk û gelek saziyên din axaftin bên kirin.
Di bîranînê de wê peyama bi dîmen a Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan û sînevîzyonek li ser jiyan, têkoşîn û fedakariya şehîdan bê nîşandan.

