Roja çarşemê li sînorê Herêma Xweser a Tîbetê ya Çînê û Nepalê lehî û hezazên tund qewimîn, di encamê de li herêmeke berfireh bû sedema hilweşînê. Di karesatan de herî kêm 165 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 1.300 kes jî winda bûn.
Li Nepalê rayedaran ragihand ku agahî ji 823 kesan nîne. Hat diyarkirin ku di nava windayan de 579 turîst hene, ji vane 393 kes biyanî ne. Rayedarên Çînê jî ragihand ku li Tîbetê 558 kes winda ne.

