Ji ber lehiya mezin a li bakurê Nepalê li ser sînorê Çînê rabû, 538 kesan jiyana xwe ji dest dane. Saziya Rêveberiya Rewşa Lezgîn a Nepalê roja Înê daxuyaniyek da û diyar kir ku li herêma bobelatê xebatên lêgerîn-rizgarkirinê berdewam dikin.
Rayedarên Çînê jî dan zanîn ku li Herêma Xweser a Tîbetê 5 kesan jiyana xwe ji dest dane. Bi vî awayî li her du welatan hejmara kesên ku ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 543’yan. Hate ragihandin ku zêdetirî 1.400 kes jî winda bûne.
Çapemeniya dewletê ya Çînê ragihand ku yekem ekîba rizgarkirinê ya profesyonel roja Înê piştî nîvro gihîştiye qada bobelatê.
NÊZÎKÎ 93 HEZAR KES JÊ BANDOR BÛNE
Xaca Sor a Navneteweyî û Federasyona Komeleyên Heyva Sor (IFRC) diyar kir ku nêzîkî 93 hezar kes ji lehiya berbehs bandor bûne.
Hate îfadekirin ku ji ber bobelatê bi hezaran xanî hilweşiyane yan jî zirarên mezin dîtine, bi dehan rê, pir û binesaziyên din ên girîng zirar dîtine.
Her wiha IFRC’ê ji bo piştevaniya xebatên Xaça Sor a Nepalê banga alîkariya lezgîn a bi qasî 25 milyon frankên Swîsreyê (nêzîkî 26,6 milyon euro) kir.

