Wezareta Parastinê ya Rûsyayê şeva 28’ê Tebaxê da zanîn ku wê 512 IHA’yên Ûkraynayê îmha kirine. Li gorî wezaretê IHA’yan herêma Moskowayê di nav de herêmên cuda yên Rûsyayê hedef girtine.
ÛKRAYNA: RÛSYAYÊ 164 IHA ŞANDIN
Hêzên Hewayî yên Ûkraynayê şeva 28’ê Tebaxê diyar kir ku Rûsyayê 164 IHA şandine welatê wan û anîn ziman ku di êrîşên Rûsyayê de IHA’yên ku ji aliyên Oryol, Bryansk, Millerovo, Donetsk û Kirimê hatine, hatine bikaranîn. Tevahiya van herêman yan jî beşeke mezin di bin kontrola Rûsyayê de ne.
Parastina hewayî ya Ûkraynayê da zanîn ku ji 164 IHA’yan 137 hatine xistin yan jî ji aliyê pergalên elektronîk ve hatine bêbandorkirin.
Li gorî rayedarên Ûkraynayê, di encama êrîşên berbehs ên Rûsyayê de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.

