Midûrê Tiba Edlî ya Wezareta Karkeran General Eyd El Uweyhan got ku ji miriyan tenê nasnameya 3 kesan tespît kirine.
Rayedarê ku li cihê bûyerê axivî, wiha got: “Îxbara destpêkê ya têkildarî şewatê, me siharê di saet 06.00’an de wergirt. Gelek birîndar hatin rakirina nexweşxaneyê û li avahiya li pişt min zêdeyî 35 kes mirin.”
Di daxuyaniya ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hatî dayîn de, hat diyarkirin ku di şewata li taxa Mangav a li başûrê paytexta Kûweytê çêbûyî de, 43 kes jî birîndar bûne.
Şahidên bûyerê gotin ku şewat li qatên jêrî ya avahiyeke ku karkerên Asyayî lê dimînin, derketiye û bilez belavî qatên jor jî bûye.
Li gorî parastina sivîl a Quweytê, hîn sedemê şewatê nehatiye zanîn û qurbanî jî ji ber dûya şewatê bê nefes man û mirin. Wezîrareta Karên Hundir serdana cihê bûyerê kir, li wir daxuyanî da û ragihand ku xwediyê avahiyê ji ber îhtîmaleke pêkan di çarçoveya lêpirsînê de hatiye girtin.