Erdhejzedeyan li Samandagê kesên ku beriya salekê jiyana xwe ji dest dan, bi bîr anîn. Di dema serdana li Goristana Asrî Çîgdede de Hevseroka Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari bi malbatên qurbaniyan re rûnişt û got, “Di erdhejê de dilê her kesî şewitî. Lê belê mirovên ku jiyana xwe ji dest dan dema nas bûn, dema hevalên me bûn, canê mirovan hîn bêhtir diêşe. Em ê wan ji bîr nekin, em ê nedin jibîrkirin. Em ê li her derê ji bo vê têbikoşin. Em ê vî bajarî jinûve ava bikin. Ji bo jiyanê bidin vî bajarî, çi ji destê me tê em ê bikin.”
Şêniyên Samandagê piştî serdana li goristanê, ji Kolana Ahmet Yesevî heta Kolana Nîl meşiyan.
Di meşê de bi zimanên Erebî, Kurdî û Tirkî pankarta bi nivîsa “Em ê ji bîr nekin, em ê efû nekin, em ê hesab bipirsin” hate hildan.
Di meşê de tim û tim dirûşmên “Alîkariyên hatin komkirin di destê dizan de ne”, “Hikumeta ku kon difiroşe bila îstifa bike”, “Hikumet a kujer wê hesab bide” û “Em neçûn, em li vir in” hatin qîrîn.