Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê hatiye destpêkirin di roja 8’an de didome. Di çalakiya li qada Deriyê Sînor ê Nisêbîn-Qamişloyê tê domandin de welatiyen stranên berxwedanê gotin. Di çalakiyê de rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin hatin qetilkirin, hatin bibîranîn. Di çalakiyê de dirûşma “Çapemeniya azad rûmeta me ye” hate berzkirin.
Çalakvanan, pêşmalkên bi nivîsa “Bijî berxwedana Rojava” li xwe kirin û gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bêdengî mirin e, berxwedan jiyan e” berz kirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Mûş û navçeyê wê îro tev li çalakiyê bûn.
Çalakiya gel a li ser sînor didome.