Li gorî agahiyên ji nûçegihanê me yê li herêmê hatine standin, ji doh bi şev ve du balafirên keşfê yên bê mirov, bê navber li ser wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) digerin.
Nayê zanîn balafiran girêdayî kîjan hêz yan jî welatî ne.
Lê li gorî ku balafir tenê li ser wargehê digerin, guman heye ev balafir yên dewleta Tirk a dagirker bin.
Divan kêliyan de jî liv û tevgera balafiran ya li ser Mexmûrê dewam dike.