Merasîma bîranînê li Bîrdariya Fermanê ya li Solaxê pêk hat û bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir. Piştre ji aliyê Qewalan ve duayên olî hatin xwendin. Di merasîmê de li ser navê civaka Êzîdî daxuyaniyek bi zimanê Erebî hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku Pêşmergeyên PDK’ê û Leqa 17 ku wê demê li Şengalê bûn û gel bê parastin hiştin, werin darizandin û hesabê fermanê ji wan were xwestin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku beriya 12 salan di 3’yê Tebaxa 2014’an de DAÎŞ’ê êrişî Şengalê kir, bi hezaran mirov kuştin, revandin û koçber kirin. Hate destnîşankirin ku vekişîna ji nişka ve ya Pêşmergeyên PDK’ê û Liqa 17’an ku ewlehî di destê wan de bû, gelê Êzidî di rûbirûbûna jenosîdê de tenê hişt û ev yek weke trajediyeke mezin a terkkirinê hate pênasekirin. Di berdewamiyê de hate gotin ku eger berxwedana lehengane ya şervanên Êzidî yên li Sîba Şêx Xidir, Kerezirk û Çiyayê Şengalê nebûya, plana DAÎŞ’ê ya ji holê rakirina Êzîdiyan dê bi ser biketa.
Civaka Êzîdî di daxuyaniya xwe de bang li Hikûmeta Iraqê û saziyên navneteweyî kir ku berpirsiyariya xwe ya exlaqî û destûrî bînin cih. Di vê çarçoveyê de hate xwestin ku komîsyoneke neteweyî ya serbixwe ji bo lêkolînkirina sedemên ketina Şengalê û darizandina tawanbar û kesên xemsarî kirine bête avakirin.
Her wiha hate xwestin ku Lijneya Lêgerîna li Revandiyan çalak bibe, xebatên gorên komî û pişknîna DNA’yê werin lezkirin, mûzeyeke neteweyî ya jenosîdê bê çêkirin û dadgeheke taybet a Iraqî bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî ji bo darizandina endamên DAÎŞ’ê were sazkirin.
Di heman demê de hat destnîşankirin ku divê mafên malbatên şehîd û birîndaran demildest werin dabînkirin, Şengal ji nakokiyên siyasî bê dûrxistin û rêveberiyeke herêmî bi vîna xelkê bê avakirin. Ji bo ewlehiya domdar hate daxwazkirin ku hêzên berxwedanê yên Êzidî di nav pêkhatyeke ewlehiyê ya fermî de cih bigirin û qanûnek ji bo qedexekirina gotara nefretê bê pejirandin.
Di dawiyê de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku piştgiriya lojîstîkî bide vekirina gorên komî, alîkariya rasterast pêşkêşî Şengalê bike û rêkarên penaberiyê ji bo Êzidiyên koçber hêsan bike.
Her wiha piştî daxuyaniyê, kesên amade li ser gora Dayka ya li Saloxê gul danîn û ew bi bîr anîn.

