Serokê Yekitiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî bi boneya 12’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxê ya Şengalê, daxuyaniyek belav kir.
Talebanî di destpêkê de ragihand ku dagirkirina Şengalê û komkujiya Êzidiyan birîneke nayê jibîrkirine. Talebanî got, ew her sal di vê rojê de li gel kesûkarên cangoriyan disekinin û wana bi bîr tînin.
Serokê YNK’ê got, “YNK her tim di xema Şengalê de ye.”

