Yekşem, 30 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dîlan Dîrayet Taşdemîr: Tevlîbûna jinan çiqas zêde be, demokrasiya herêmî û siyaset ewqas azad dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Listîkvan Tîlbe Saran: Ger vegerin rêgezên demokratîk wê piştgiriya pêvajoyê zêde bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehdî Zana jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arkaş: Aştî bi qasî şer egîdiyê dixwaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê civîna gel: Em ê li van axan bibin hemwelatiyên wekhev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Taziyeya li Nisêbînê: Bi hezaran kes tevlî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ziyad Cebar: Peyama Ocalan ji bo yekîtiya gelê me dilsozane ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê perwerdeya ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya li Kerboranê didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê taziye di roja 3’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mamoste Şemal li Kifriyê bi merasîmeki girseyî hata bibîranîn, serdana gora wî hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Wanê ji bo Roja Zimanê Dayikê meşeke girseyî hate lidarxistin
Rojane

Li Wanê ji bo Roja Zimanê Dayikê meşeke girseyî hate lidarxistin

Li Wanê 24 sazî bi wesîleya "21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê" li hev civiyan û xwestin ku hemû tevger û derdorên Kurd ji bo azadiya zimanê Kurdî bibin yek û zimanê Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî û navneteweyî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê li gel 24 saziyan bi wesîleya “21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê” daxuyaniyek da çapemeniyê û li ber avahiya Navenda Lêkolînên Çand û Hunerê ya Ziman (ARSÎSA) meşiyan. Di çalakiyê de pankartên “Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” “Kurd, Kurdî, Kurdistan” hatin hilgirtin û girseyê timî dirûşma “Zimanê me rûmetê me ye” berz kir.

‘ZIMANÊ MIROVAHIYÊ YA HERÎ KEVIN E’

Hevberdevkê Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Pariyê Hemîd Dilbihar li vir axivî û diyar kir ku niha gelek ziman bi asîmîlasyonê re rû bi rû ne û destnîşan kir ku yek ji van zimanan jî zimanê kurdî ye. Dilbihar got, ”21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê tê pîrozkirin. Wekheviya hemû zimanan hat ragihandin. Lê mixabin îro jî rewş û paşeroja gelek zimanan ne diyar e; di bin gefa  hilweşandin, asîmîlekirin û tunebûnê de ne. Îro li Anatoliyê zimanên wek Suryanî, Lazî, Boşnakî, Hemşinî, Çerkesî, Ermenî, Romanî û Erebî hene. Yek ji zimanên di bin xetereyê de zimanê Kurdî ye ku bi deh milyonan kurd pê diaxivin. Divê baş bê zanîn ku zimanê Kurdî zimanê herî kevnar û dewlemend ê mirovahiyê ye.”

‘JI BO AZADIYA ZIMANÊ XWE DIVÊ KURD BIBIN YEK’

Dilbihar anî ziman ku zimanê kurdî hebûn, nasname û bingeha kurdan e û wiha domand: “Zimanê Kurdî ruh, hiş û bedena kurdan e. Zimanê Kurdî stûna yekitiya neteweya Kurd e. Bê ziman, Kurd û Kurdistan tune. Kurd û Kurdistan yek in û ji hev nayên cudakirin. Yek bêyî yê din nabe. Azadiya zimanê Kurdî jî azadiya Kurd û Kurdistanê ye. Ev têkoşîna azadiyê ya 50 salan a gelê Kurd ev rastî nîşan da û bi bîr xist. Kurd têkoşîna xwe ya parastin, zindîkirin û pêşxistina zimanê xwe didomînin. Ji aliyê din ve îro jî hêzên serdest bikaranîna rêbaz û amûrên nûjenkirî, hewl didin zimanû Kurdî dorpêç û sînordar bikin. Lê divê baş bê zanîn ku zimanê Kurdî û tekoşîna ji bo wî mijareke stratejîk û ji bo Kurdan xeta sor e. Zimanê Kurdî jî wek zimanên Îngîlîzî, Almanî, Fransî, Erebî, Farisî, Tirkî û hemû zimanên din xwedî mafên bingehîn e. Ev rastiyeke 
 bi tu awayî ne mijara nîqaşê ye. Divê bi milyonan Kurd û hemû tevger, partî, sazî, rêxistin û derdorên Kurd ji bo azadiya zimanê xwe bibin yek.”

DAXWAZÎ

Dilbihar da zanîn ku heta zimanê Kurdî bibe zimanê fermî ew ê têkoşîna xwe bidomînin û daxwazên xwe wiha rêz kirin:

“*Em li her qadê zimanê Kurdî dixwazin û ji bo vê têdikoşin. Û ev têkoşîn wê ji niha û pê ve jî bidome.

 *Bêguman daxwaz û armancên me yên ji bo Kurdî pir zelal û vekirî ne.

 *Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî û navneteweyî.

*Divê bi qanûnên destûrî û navneteweyî bi awayekî fermî bê qebûlkirin.

 *Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.

*Divê li cihên wekî meclîs, walî, şaredarî, dadgeh û nexweşxaneyan zimanê Kurdî bê bikaranîn.

 *Divê Saziya Zimanê Kurdî bi awayekî fermî ji aliyê nûnerên gelê Kurd ve bê avakirin û bê xebitandin.

*Eger ji bo Tirkî derfet hebin divê ji bo Kurdî jî derfet hebin.”

Piştî daxuyaniyê girse derbasî avahiya ARSÎSA bû û bi dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anî.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Namzetên DEM Partiyê yên Stenbolê: Em ê bi hev re li Stenbolê bi ser bikevin
Nûçeya Pişt re Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Sonmez hat binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Îsraîlê ji bo dîlgirtiyan banga greva giştî

Li Îsraîlê lîderê muxalefetê Yair Lapid û malbatên dîlgirtiyan, ji bo zextê li hikûmetê bikin…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevrêyên rêwîtiyê: Mîrateya têkoşînê ya Riza Altûn zindî tê hiştin

Şehadeta yek ji pêşengên damezrîner ên PKK'ê Riza Altûn di kongreya 12'emîn a PKK'ê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyên nexweş Nebîoglû û Yildirim serbest berdin

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo berdana girtiyên nexweş Emrah Nebîoglû û Serdal…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dîlan Dîrayet Taşdemîr: Tevlîbûna jinan çiqas zêde be, demokrasiya herêmî û siyaset ewqas azad dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Listîkvan Tîlbe Saran: Ger vegerin rêgezên demokratîk wê piştgiriya pêvajoyê zêde bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 30’Ê TEBAXA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Mehdî Zana jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?