Pêncşem, 2 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    27 sazî û rêxistinên NY’ê li dijî pêla darvekirinê ya li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Senatorê Keskan komkujiya Şengalê xist rojeva parlamenta federal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leşkerên Tirk 6 ciwan êşkence kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirina ‘Celadê Enfalê’ hat erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 2026’an de 2 kolber hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Atlig: Li Kurdistanê aboriya komunal pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK: Li herêma Serdeştê tu hevalên me şehîd nebûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û Nifşê Nû peymana tifaqê îmze kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me ya Azadiyê emrîwaqiyê qebûl dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HDKA: Bi droneyê êriş li kampa me ya li Dêgeleyê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ji bo çalakkirina parlamentoyê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a PYD’ê êrîşên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Li dijî tundiya mêr têkoşîna civakî pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Tîrmehê ya rojnameya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rita: Dixwazim bibim qasida modela jiyana nû ya li Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Zîlan sembola îradeya jin a azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Johanna Kiso: Dema ku dayik li hev kom dibin vediguherin hêzeke têk naçe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Xelfetiyê mitînga 8’ê Adarê: Pêngava destpêkê divê ‘mafê hêviyê’ be
Jin

Li Xelfetiyê mitînga 8’ê Adarê: Pêngava destpêkê divê ‘mafê hêviyê’ be

TJA’yê li Xelfetiyê mitînga 8’ê Adarê lidar xist. Di mitîngê de banga Rêber Apo hate silavkirin û ‘mafê hêviyê’ hate xwestin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Adar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Xelfetî ya Rihayê bi dirûşma “Em li dijî qirkirinên jinan serî radikin, ber bi azadiyê ve dimeşin” mitînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê lidar xist. Mitîng, li Parka 4’ê Nîsanê hat lidarxistin. Bi sedan jinên li pêşiya avahiya DEM Partiyê hatin gel hev, ber bi qada mitîngê ve meşiyan. Jinan cil û bergên Kurdî li xwe kiribûn û di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Li gel bi sedan jinan, her wiha Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak ên TJA’yî, xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Fatma Ocalan, Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin jî tevlî bûn.

Jinan, di mitîngê de stranên Kurdî gotin, li ber govend gerandin û gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Di mitîngê de ji ewil Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram û Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglû derketin ser dikê û jin silav kirin.

Dîlan Kunt Ayan di mitîngê de diyar kir ku deriyên Îmraliyê li ber vebûnê ne û got: “Êdî têkoşîna bi sala ye tê meşandin encamê digire. Têkoşîna jinên Kurd li tevahiya cîhanê belav bû. Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ di şexsê Jîna Emînî de li hemû cîhanê belav bû. Em ê paradîgmaya xwe ya azadiya jinê li hemû cîhanê belav bikin. Li dijî pergala her roj jinan qetil dike em ê her roj li qadan bin.”

Aktîvîsta TJA’yê da zanîn ku di encama bedelên giran de li qadan e û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan banga dîrokî ya ku her kes li bendê bû, kir. Got; ‘Hûn tevek ji bo aştî û civakeke demokratîk têbikoşin.’ Em ê bi hev re têbikoşin û xwedî li banga birêz Ocalan derkevin. Dê deriyên hemû girtîgehan bên vekirin. Dayikên bi hesreta zarokên xwe dijîn dê bigihijin zarokên xwe. Li qadan dayikên êşê dikişînin hene. Ez destê tevan maç dikim. Ev dayik dê dîsa li gel me li qadan bin. Êş û bîranînên wan dê di bîra me de bijîn. Lê ji bo avakirina jiyana nû em ê li pêşiya xwe binêrin.”

CIVAKA DEMOKRATÎK GARANTIYA AŞTIYÊ YE

Gultan Kişanak, bi domdarî got ku “civaka demokratîk misogeriya aştiya civakî ye” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ev têkoşîn hîn bêhtir bê xurtkirin. Ji bo avakirina civaka demokratîk berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê me tevan. Em ê rêyeke pêkvejiyanê bi hev re bibînin. Civakeke demokratîk herî zêde ji bo me jinan pêwîst e. Dê wekheviya em di malên xwe de çêdikin bibe destpêka civaka demokratîk. Ji bo avakirina pêşeroja xwe dê jin bi xwe li her qadê biryara xwe bidin. Em ê civakeke nû ava bikin. Heke weke civak em demokrasiyê di nav xwe de ava bikin dê kesek nekare qeyûman lê tayîn bike.”

Gultan Kişanak, bal kişand ser banga Rêber Apo û axaftina xwe wiha qedand: “Civaka demokratîk tê wateya qebûlkirina îradeya her kesî. Em ê bersiveke wisa bidin qeyûm ku dê êdî kesek nekare qeyûman li îradeya me tayîn bike. Em bi rêz û hurmet îradeya gelê Xelfetiyê silav dikin. Em ê hîn mezintir bi ser kevin. An serkeftin an serkeftin.”

MAFÊ HÊVIYÊ

Mitîng, bi axaftina Sebahat Tuncel a TJA’yî dom kir.

Sebahat Tuncel got, “Bi banga Birêz Ocalan re her tişt neqediyaye, dora dewletê ye. Ji bo dewlet gav bavêje, her kes li bendê ye. Divê gava destpêkê çi be? Azadiya Birêz Ocalan û naskirina mafê hêviyê be.”

Piştî axaftinan hunermend Rûken Yilmaz derket ser dikê û li ber stranan govend hate gerandin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN RIHA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Amed ji 8’ê Adarê re amade ye: Em ê li dijî qirkirina jinê dakevin qadan
Nûçeya Pişt re Komxebata Koordînasyona Jinan: Hemû destkeftî bi saya Rêber Apo ne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Trump ji Îsraîlê re got: Bombeyên xwe neavêjin, demildest pîlotên xwe vekişînin

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump diyar kir ku Îran û Îsraîlê agirbest…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Herêma Kurdistanê ji bo hefteyekê betlaneya fermî hate ragihandin

Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê ji ber hilbijartinên Parlamenta Iraqê li henmû dibistanan ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amedê jinan ji bo Rojîn Kabaîş bêdeng meşiyan

Li Amedê jinan bi meşa bêdeng serdana şîna Rojîn Kabaîş a cenazeyê wê 18 roj…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Xemla deşt û çiyê: Zozan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Meclîsa Jinan a PYD’ê êrîşên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YJK-E: Li dijî tundiya mêr têkoşîna civakî pêwîst e

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Hejmara meha Tîrmehê ya rojnameya Newaya Jin derket

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?