Sêşem, 4 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berdana girtiyê 31 salan Aydin Altig cara duyem hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Qanûna çarçoveyê vekirina deriyê aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Haniy Karasû hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG: Di Tîrmehê de 12 rojnamevan hatin binçavkirin, hîn jî 27 girtî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya DEM Partiyê bi rojeva ‘Qanûna Çarçoveyê’ dicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna derheqê Şaredariya Menderesê de: Şaredar Îlkay Çîçek hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Banga li dijî darvekirinan: Nerazîbûn têrê nake, gav divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê bîranîna Şengalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranîna li Şengalê bi dawî bû: Xweseriya Şengalê biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Li Şengalê edalet pêk nehatiye, divê statuya gelê Êzidî were misogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dadgerê Êzidî Şengalî: Divê ji bo sûcên DAÎŞ’ê dadgeheke taybet bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Qendîlê: Xwerêveberî û hêza parastinê, mafê rewa yê Êzidiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nûçeya Gulistan Doku derbarê rojnamevan Zîlan Azad lêpirsîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    REPAK: Têkoşîna jinên Êzîdî wê azadiyê misoger bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Em ê bibin îradeya gelê xwe yê Êzidî yê berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Rêxistiniya jinên Êzidî wê ti carî rê nede jenosîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyona Jinan a KNK’ê: Şengal divê bibe herêmek xweser!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Lorî Kollonfaî: Ocalan em hînî çanda berxwedanê kir
Rojane

Lorî Kollonfaî: Ocalan em hînî çanda berxwedanê kir

Ji meşvanên dirêj ên Basel-Strasboûrgê Lorî Kollonfaî anî ziman, her ku Abdullah Ocalan nas kir nêrîna li cîhanê guherî û got, "Ocalan çanda berxwedanê hînî me kir. Ji bo şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya wî, nedibû ku ez bêdeng bimînim."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ di asta neteweyî û navneteweyî de çalakî zêde dibin. Elmanya, Îtalya, Fransa, Swîsre, Katalanya, Portekîz, Slovenya, Makedonya, Slovakya, Îngilistan û Welatê Baskê jî di nav de ji 13 welatan nêzî 200 enternasyonalîst li hev kom bûn û ji Baselê ber bi Strasboûrgê ve bi daxwaza ‘Azadî ji Ocalan re’ dest bi meşeke dirêj kirin.

 

Ji beşdarên meşa dirêj aktîvîsta Awûstûryayî Lorî Kollonfaî qala pêvajoya naskirina tevgera Kurd û armanca xwe ya ji tevlîbûna li meşa dirêj kir.

‘QEDEXEYÊ BERÊ MIN DA KURDAN’

Kollonfaî anî ziman ku dema li Elmanyayê li zanîngehê dixwend tevgera azadiyê ya Kurd û gelê Kurd nas kir û got, “Li zanîngeha ku min lê dixwend têkildarî Kurdan konferansek wê bihata lidarxistin. Piştre ev konferans bêyî hincetek bê nîşandan hate qedexekirin. Bi vê qedexeyê re bala min çû ser Kurdan. Her ku min li ser Kurdan xwend, hîn bêhtir ji nêz ve min ew nas kir. Rêwîtiya min a ber bi têkoşîna Kurdan ve bi vî rengî destpê kir.”

‘ABDULLAH OCALAN EM HÎNÎ BERXWEDAN Û ÇANDA BERXWEDANÊ KIR’

Kollonfaî diyar kir ku di nava gelê Kurd û têkoşîna azadiyê de tişta herî zêde bandor lê kir, çanda berxwedanê ye û got, “Di nava tevgera Kurd de gelek tiştan bandor li min kir. Lê belê ya herî girîng çanda berxwedanê bû. Gel û tevgerek bi dehan sal in ji bo azadiyê li ber xwe didin, ku vê yekê gelekî bandor li min kir.”

Kollonfaî ragihand ku li Elmanyayê yan jî li devereke din kes naxwaze li ser çanda berxwedanê biaxive û got, “Berevajî vê yekê Ocalan li ser çanda berxwedanê gelek nirxandinan dike. Yanî berxwedanê û çanda berxwedanê hînî me dike. Her ku min felsefeya Ocalan xwend, nêrîna wî ya li cîhanê, mirovan, jiyanê û xwezayê xwend, hîn bêhtir min xwe nêzî vê têkoşînê kir.”

‘EM JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN DIMEŞIN’

Kollonfaî bal kişand ser girîngiya meşa dirêj û got, “Gelekî girîng e ku ji deverên cuda yên cîhanê ewqas enternasyonalîst hatin vê derê. Ya ku me li vir digihîne hev, daxwaza me ya ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan e û paradîgmaya Ocalan e. Ne tenê li Ewropayê, li Kurdistanê jî meşên dirêj têne lidarxistin. Ocalan tecrîdkirî ye. Nêzî 3 sal in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin ku ev yek me dixe nava fikaran. Lewma ji bo şikandina tecrîdê ev meş gelekî bi wate ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BASEL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kalkan: Divê em pergala Îmraliyê baş fêm bikin – NÛ BÛ
Nûçeya Pişt re Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê her kes deng bide Meşa Azadiyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tabûra Şehîd Berxwedan a YPG’ê ava bû

Li bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê bi pêşengiya ciwanan Tabûra Şehîd Berxwedan ava bû.

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em ê bi dengbêjiya xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin’ 

Rêvebera Şanoyê ya Çand û Hunera Baqî Xido Leyla Ehmed di şevbuhêrkê de axivî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

Karê ku beriya niha di platformên dîjîtal de cih negirt, di salvegera 33'emîn a Komkujiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Berdana girtiyê 31 salan Aydin Altig cara duyem hate taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Qanûna çarçoveyê vekirina deriyê aştiyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Haniy Karasû hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DFG: Di Tîrmehê de 12 rojnamevan hatin binçavkirin, hîn jî 27 girtî ne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?