Çarşem, 25 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiya nexweş Evîn Zapsu ji girtîgehê derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîçek: Em qala aştiyeke bi rûmet dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana 4 girtiyan hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobet di roja 9’an de ye: Bi rewşa giran a li girtîgehan aştî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin li dijî tundiyê li qadan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dadgeha Şêwirmendiyê biryara têkildarî Ekrem Imamoglu pejirand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Pênciwênê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Goran: Divê rayeyên destûrî yên Herêma Kurdistanê neyên qelskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hewlêr û Koye hate bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin li Taksîmê banga mezinkirina têkoşîna li dijî tundiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Wanê meşiyan: ‘Em hêz û vîna cewherî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa 25’ê Mijdarê: ‘Divê her kesên ku dixwazin bikaribin bi Ocalan re hevdîtin bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê li dijî qetilkirinên jinan kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Mexmûrê li dijî tundiya li ser jinan meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: Bi ti polîtîkayê nikarin îradeya me bişkînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Meşvanên Azadiyê li Serêkaniyê ne: Rêya me rêya azadiyê ye!
Kurdistan

Meşvanên Azadiyê li Serêkaniyê ne: Rêya me rêya azadiyê ye!

Meşvanên ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ li Serêkaniyê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo got, "Rêya me rêya azadiyê ye, rêya yekîtiyê ye. Rêya me vekiriye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Sibat 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” ya Wanê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk hatibû destpêkirin, danê sibehê ji navçeya Dêrîk a Mêrdînê derbasî navçeya Serêkaniyê ya Rihayê bû. Meşvanên Azadiyê li Parka Uç Fîdanê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.

Di meşa ku piştî pêşwazîkirinê pêk hat de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Zindanan”, “Bijî berxwedana Îmraliyê”, “Silav, silav ji Îmraliyê re hezar silav” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Di meşê de pankarta bi nivîsa “Rêberek azad welatek azad” hat vekirin. Di meşa ku ji 7 salî heta 70’ê salî gelek kes beşdar bûn de dîmenên rengîn derketin holê. Welatiyên derdor jî eleqeyek mezin nîşanî meşvanan dan. Meş heta avahiya DEM Partiyê dom kir.

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo li vir axivî û bi bîr xist ku piştî kuştina 2 polîsan a di sala 2015’an de, “Pêvajoya çareseriyê” hate bidawîkirin. Cupolo wiha domand: “Heke dewletê tarîtiya di sala 2015’an de bidîta û birêz Abdullah Ocalan ji Îmraliyê berda bûya dê 9 salan li vê xakê xwîn nerijiyaba. Îro sedsala duyemîn a komarê ye û em dibêjin; ‘Îradeya aştiyê li vir e, li Îmraliyê ye. Em amade ne.’ Banga me ji dewletê re ew e ku dîsa vegere ser maseyê. Banga me ji bo wê ye ku em li ser çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd, daxwazên gelê Kurd ên mîna şîrê dayika wan helal biaxivin û nîqaş bikin. Rêya me rêya azadî û yekitiyê ye. Rêya me vekirî ye.”

Namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Serêkaniyê Ugur Kahraman jî ev tişt anî ziman: “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Li gorî qanûnên înfazê, hevdîtina girtiyan a bi parêzer û malbatan re maf e. Lewma jî divê tecrîd tavilê bi dawî bibe. Divê li Îmraliyê hevdîtin bên kirin. Têkoşîna me ya ji bo vê jî dê bidome.”

Namzeta hevşaredariyê Rahşan Yazar jî wiha got: “Ev pirsgirêk roj bi roj girantir dibe. Tecrîda li Îmraliyê dest pê kirî îro li hemû qadan belav bûye. Bandorê li tevahiya civakê dike. Ev yek li dijî hiqûqa gerdûnî ye. Em hêvîdarin ku ev tecrîd bi dawî bibe. Ji tecrîdê re na.”

Piştî daxuyaniyê, girseyê govend gerand. Meşvanan, berê xwe dan navçeya Wêranşarê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN RIHA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gardiyanan êrîşî 6 girtiyan kirin
Nûçeya Pişt re Nobetên Edaletê: Çalakiyên azadiyê wê belavî her derê bibin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Japonyayê gel berê xwe dan supermarketan, xelaya birincê derket holê

Li Japoyayê ji ber metirsiya “erdheja mega" ku tê payîn rêze bager pêk bên û…

Ji aliyê Stêrk TV

Nijadperestan li Kampusa Cebecî êriş birin ser xwendekarên Kurd

Li Kampusa Cebecî ya Zanîngeha Enqereyê, nijadperestan cara duyemîn êriş birin ser xwendekarên Kurd.

Ji aliyê Stêrk TV

Mitînga 1’ê Gulanê ya li Stenbolê bi daxwaza demokrasiyê bi dawî bû

Mitînga 1’ê Gulanê ya li Stenbolê bi daxwazên wekhevî, azadî û demokrasiyê bi dawî bû.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Pênciwênê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?