2’emîn Mîhrîcana Şehîd Berçem Efrîn di roja xwe ya 3’yemîn de bi dirûşma “Bi tîrêjên rojê hunera jinê geş dibe” li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li Kobanê didome. Mîhrîcan bi pêşengiya Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn ve tê lidarxistin.
Di roja 3’yemîn de bi beşdariya girse komên şehîd Ronahî, Şehîd Sosin Bîrhat, Şehîd Sînan, Şehîs Hevrîn, Şehîd Şîlan, Artsax û Leyalî Işrîn(Şevên 20ʹê) govendên cûrbecûr hatin pêşkêşkirin.
Çaverê ye herdu hunermend Sîham Nebo û Mizgîn Girbawî û komên şehîd Hêlîn Cûdî, şehîd Delîla, şehîd Hêzil û koma Dayikan saet di 18:30’an de şahiyekê li Qada Şehîd Egîd li dar bixin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku desthilata Partiya Demokrar a Kurdistanê (PDK) rê nedan hunermenda Tûnisî Amal Meslosî û hunermenda ji Rojhilatê Kurdistanê Şadî Xulamî ku derbasî herêmê bibin û tevlî mîhrîcanê bibe.
Di 2 rojên borî de bi dehan stran, govend û şano hatin pêşkêşkirin. Her wiha meşeke hunerî û pêşangeha destkariyê û hunera şêwekariyê hatin lidarxistin.
32 komên hunerî tevlî mîhrîcanê dibin. Mîhrîcan wê heta 9’ê Îlonê bidome.