Milîsên Zekî Ergînbay ên HBDH’ê daxuyaniyek weşandin û gotin, li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê çalakiyên wan dewam dikin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ji bo silavkirina çalakiyên berxwedêr ên li dora kampanya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ ên gelê Kurd hatine destpêkirin, ji bo xwedîderketina li berxwedana lehengî ya gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê milîsên me ketin nava liv û tevgerê û çalakiyên sabotajê lidar xistin.”
Li gorî daxuyaniyê, agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên sabotajê bi vî rengî ne:
“2’ê Sibatê li taxa Mûrat Reîs a Uskudarê, li hemberî wesayitên faşîstan ên paşverû ku me berê tespît kiribû, çalakiya sabotajê hate kirin. Piştî çalakiya me xisareke mezin li wesayitan bû.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê sîstema îmha û tecrîdê ya Îmraliyê parçe bikin.