Şemî, 16 Tebax 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cezayê darvekirina Şerîfe Muhammedî hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan banga hevrûbûnê li hikûmetê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Acar ê ku 31 sal berê li Amedê hatibû revandin, daxwaza edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê KNK’ê li Torontoyê bi gel re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gule li hewşa girtîgehê danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê TEBAXA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Licê şewat car din destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serra Bucak: Li Licê şewat bi qismî hatiye kontrolkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘15’ê Tebaxê bi tîpên zêrîn nivîsandina rûpeleke nû ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cejna Vejînê li Binarê Qendîl bi coş tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayan 15’ê Tebaxê bi coş pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Xweser a Şengalê salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Îdîl Ûgûrlû: Jin hêmana esasî ya pêvajoya aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 3 bajaran li dijî qetilkirina jinan meşiyan: Rêxistinbûna me xweparastina me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnex û Rihayê jin li dijî tundiya mêr meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşereke azadiya jinên Efganistanê: Meena Keshwar Kamal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Parastinê yê DYA’yê vîdyoyek li ser dijberîya mafê jinê belav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Reqayê li dijî tundiya li ser jinan kampanya hate destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Em di Festîvala Ciwanan a Şehîd Lecwan Mûnzûr de li hev dicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Niha dema Cegerxwîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Derwêş û Edûlê: Di evîna Kurdî de drama azadî û lehengiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji helbesta Rêber Apo ya ji bo zarokan klîba anîmasyonê hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Şengalê bi klîba ‘Şehîdên welatê me’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji stranan ber bi berxwedanê: Hozan Serhad

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Nasnameyên 2 gerîlayên li Garê şehîd bûn hatin eşkerekirin
Kurdistan

Nasnameyên 2 gerîlayên li Garê şehîd bûn hatin eşkerekirin

Navenda Ragihandin Û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-BÎM), nasnameyên gerîlayên bi navê Ararat Herekol û Zîn Zagros ên di 1'ê Nîsanê de li herêma Garê şehîd bûbûn eşkere kir û ji gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Gulan 2024 Dema xwendinê: 18 dq.
Parvekirin

HPG’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, “Hevrêyên me Ararat Herekol û Zîn Zagros di 1’ê Nîsana 2024’an de li herêma Garê şehîd bûn.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Hevrêyên me Ararat û Zîn ên ji Wan û Kobanê ku du navendên girîng ên berxwedanê yên Kurdistanê ye tevlî nava refên gerîla bûn û ji bo azadiya gelê me bi awayekî fedaî şer kirin, bûn mînakên berbiçav ên milîtaniya jinê ya Apoyî. Hevrêyên me Ararat û Zîn ku li gelek qadan têkoşiyan li her devera ku lê bûn, di parastina xeta azadiya jinê de bi ser ketin û mohra xwe li dîroka me ya têkoşînê dan. Hevrêyên me Ararat û Zîn di her kêliya jiyana xwe de bi mezinkirina têkoşîna şoreşgerî re karîbûn bersivê bidin dewleta Tirk a mêtinger ku sûcê qirkirinê li dijî gelê me pêk tîne.

Weke hevrêyên wan em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna ku hevrêyên me Ararat û Zîn dewrî me kirine bi hişmendiya ku di şexsê wan de layiqî hemû şehîdên xwe bibin û heta serketinê bibin didin. Em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz, bi taybetî ji malbatên hêja yên hevrêyên me Ararat û Zîn re dixwazin.”

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Ararat Herekol
Nav û paşnav: Sîbel Denîz
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dayik û bav: Necîbe- Nûrettîn
Dîrok û cihê şehadetê: 1’ê Nîsana 2024’an/ Garê

Nasnav: Zîn Zagros
Nav û paşnav: Gulê Hiso
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Navê dayik-bav: Ceyle- Ahmet
Dîrok û cihê şehadetê: 1’ê Nîsana 2024’an/ Garê

Di daxuyaniyê de li ser jiyana têkoşînê ya her du gerîlayan ev agahî hatin dayin:

“Hevrêya me Ararat li navçeya Erdîş a Wanê ku bi berxwedanê navê xwe li dîrokê nivîsand, çavên xwe li cîhanê vekir. Ji ber ku malbata wê bi çand û nirxên Kurdan ve girêdayî ye, hevrêya me Ararat bi van nirxan mezin bû. Ji ber tevlîbûn û şehadeta gelek xizmên wê yên nêz di nava têkoşîna me ya azadiyê de, bû sedem ku partiya me PKK’ê zû nas bike.

Êş û hêrsa ji ber komkujiya dewleta Tirk a qirker ku bi hezaran mirovên me li Geliyê Zîlan qetil kir, hêj zindîbûna xwe diparêze û hevrêya me Ararat ji ber bi van çîrokan mezin bû, gelek bandor bû û rastiya dijmin baştir nas kir.Di heman demê de ji ber zaroktiya wê bi salên herî germ ên têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya partiya me PKK’ê re hevwext bû, bû sedem ku hevrêya me ji tevgera me hez bike. Hevrêya me Ararat ku xeyal dikir bi xizma xwe ya nêz Şehîd Sara Serhed – Leyla Yildiz re tevlî nav gerîla bibe, her demê karî girêdayî vê xeyala xwe bimîne. Dîsa şehadeta gerîlayên ku berê nas dikir, ku di encama pevçûnên bi dijmin re şehîd bûn û ji aliyê dewleta Tirk ve hatin êşkence kirin, bû yek ji wan faktoran ku di devahiya jiyanê de bandor li hevrêya me Ararat bike. Hevrêya me ya ku rastiya qirkirinê ya dewleta Tirk di polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku dema dest bi xwendina dibistanên dewleta Tirk kir de dît, yekser refleksa parastina cewhera xwe ya Kurdbûnê bi pêş xist. Hevrêya me Ararat ku heta sala duyemîn a zanîngehê li dibistanên fermî yên Tirk dixwend, piştî tevlîbûna şehîd Sara Serhed ku bi hevre biryara tevlîbûnê dabûn bi demek kûrt di sala 2014’an de ji herêma Serhedê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Ararat ku bi qasî du mehan li herêma Serhedê ma, tecrûbeyên destpêkê yên li ser gerîlatiya li vir bi dest xist. Hevrêya me ku di jiyana gerîla û taktîkên şer de bû xwedî hişmendî, tecrûbeyên ku li Serhedê bi dest xist, kir bingeha tevahiya jiyana xwe ya gerîla. Piştre hevrêya me Ararat ku berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Xakurkê perwerdeya şervanên nû dît. Hevrêya me Ararat a ku bi kêfxweşiya pêkanîna xeyala xwe zarokatiyê û hêza ku ji heybeta çiyayên Kurdistanê wergirtî bi awayekî çalak tevlî jiyanê bû, di kesayetiya xwe de veguherînên girîng ava kir û bû gerîlayekî jêhatî. Hevrêya me ku bi perwerdeyên ku wergirtî re derfet dît ku di bîrdoziya rizgariya jinê de hîn bêhtir kûr bibe, di heman demê de dîroka têkoşîn û berxwedanê ya ji aliyê hevrêyên jin ve hat pêşxistin, ji avabûna Partiya me heta roja îro hîn bû. Asta azadiyê ku di encama têkoşîna jin de bi ked û berdêlên giran hatine bidest xistin derxist zanabûnê. Ji bo vê jî her demê xwe deyndarê Rêber Apo û hevrêyên me yên şehîd bû û hewl da layiqî wan be. Piştî perwerdeyê hevrêya me Ararat ku demeke kurt di nava xebatên pratîkî de ma, piştre derbasî gel Rêveberiya Partiya me bû. Hevrêya me ku bi qasî 3 salan li vir xebat meşand, di vê pêvajoyê de bû xwedî derfetekê ku di aliyê îdeolojîk de xwe kûr bike. Hevrêya me Ararat ku şêweyên jiyanê yên hevrêyên me ji xwe re mînak girt, bû xwedî ked û hewldaneke giran ku taybetmendiyên kesayetiya Apoyî di şexsê xwe de biafirîne.

Hevrêya me Ararat ji bo layiqî berxwedana Rêber Apo ya Îmralî ya dîrokî û hevrêyên ku li dijî dewleta Tirk a dagirker bê dudilî şer kirin bibe, diyar kir ku ev yek bi têkoşîna di xeta fedaîbûnê de pêkan e. Di heman demê de hevrêya me ya ku zanîbû bi vê yekê re xwegihandina nasnameya jina azad ji bo wê pêkan e, ket nava pêvajoyeke têkoşînê ya dijwar. Hevrêya me pêşî kesayeta xwe analîz kir, bi taybetmendiyên ku sîstema kapîtalîst di şexsê wê de avakiriye re têkoşîn meşand û nirxên azadiyê ji bo xwe esas girt. Hevrêya me Ararat ku dixwest şêweyê têkoşînê yê Rêber Apo fêhm bike, bi lêkolîn û lêhûrbûnên xwe re tempoya têkoşînê roj bi roj mezin kir. Hevrêya me ku gihîşt wê encamê tenê eger karibe bibe şervaneke heqîqetê, wê demê dikare layiqî Rêber Apo û şehîdên me be, li ser vê esasê derxist zanabûnê ku ev yek bi têkoşîneke domdar û bi bandor pêkan e. 

Hevrêya me Ararat a ku hêrsa xwe ji emrê ciwantiyê ya li dijî dewleta Tirk a mêtinger bi perwerdeyên ku dîtî re veguheraned hesta tolhildanê, ji bo bersiva ku dijmin heq dike bide, xwe di warê leşkerî de perwerde kir û bû gerîlayek jin a jêhatî ya YJA Starê. Bi taybetî bi pisporiya xwe ya di şêwaza şerê gerîlatiya serdema nû de, karî bawerî bide hevrêyên xwe yên têkoşînê. Hevrêya me Ararat ku di gelek branşên gerîla de pispor bû, ji bo bersivê bide êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser her qada ku gelê me xwedî destketiye, bi taybetî herêmên Parastinê yên Medyayê ye, timî dixwest biçe herêmên ku şer lê giran bû. Hevrêya me ku di vê mijarê de israr kir, armanca xwe pêk anî û li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tevlî berxwedanê bû. Bi îdîa û bîryardariyek e mezin di berxwedanê de cihê xwe girt û diyar kir ku ew ê hemû êrîşên dijmin bişkînin û teqez bi serkevin. Hevrêya me Ararat ku demekê li vir têkoşiya û piştre berê xwe da qadên cuda yên têkoşînê, li her cihê ku çû jî, têkoşîna xwe hê mezintir kir. Hevrêya me ku di êrîşa dijmin a 1’ê Nîsana 2024’an de bi pêş ket gihîşt şehadetê, heta nefesa xwe ya dawî bi dayîna berdêlên mezin xwedî li nirxên me yên azadiyê derket. Weke hevrêyên wê em soza xwe dubare dikin ku em ê bi hişmendiya ku di şexsê wê de layiqî hemû şehîdên xwe bin û vê têkoşîna ku dewrî me kiriye bi serketinê tacîdar bikin.

Hevrêya me Zîn li bajarê têkoşînê Kobanê di nava malbateke ji eşîra dêrîn a Kêtîkî de ji dayik bûye. Malbata hevrêya me malbateke welatparêz û girêdayî çand û kevneşopiya Kurdî ye û  her wiha hevrêya me Zîn jî girêdayî van nirxan mezin dibe. Li gel Şoreşa Azadiyê ya Rojava hawirdoreke azadiyê ava bû û vê yekê bi taybet ji bo jinan bû derfet ku hemû beşên bindest xwe bi awayekî azad îfade bikin û azad bijîn. Hevrêya Zîn beşdarî xebatên hevalên me yên jin dibe û bi vî rengî partiya me PKK’ê nas dike û gelekî ji sekn û têkiliyên hevrêyên me bi bandor dibe. Ev yek dibin sedem ku hevrêya me Partiya me mereq bike û dest bi lêgerinan dike. Hevrêya me Zîn di nîqaşên li gel hevrêyên jin ji têkilliya Rêber Apo û hevrêyên jin ên azad û heya şêwejiyana gerilayên jin ên ku li çiyayên Kurdistanê têdikoşin di gelek gelek mijaran de xwe pêş xist. Hevrêya me têkildarî van mijaran kete nava kûrbûnekê û alternatîfên jiyana azad ya ku hevrêyên wê qal dikir û rastiya civaka xwe û misyona ku civak li jinan bar dike berwird dike. Hevrêya me bi van berawirdkirinan bi pergala mêran serdest baştir nas kir û ev yek jî bû sedem ku hevrêya lêgerînên xwe kûrtir bike.  Bê guman hevrêya me Zîn jî weke hemû jinên ciwan nexwest xwe bi çar dîwaran sînordar bike û bi saya kûrbûnên xwe xwe bihêzkir kir û gihîşt wê baweriyê ku bi pergala mêran a serdest re têbikoşe. Hevrêya me baş dizanî ku ev yek li çiyayên Kurdistanê pêkan e û di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Zîn piştî tevlîbûna xwe yekem perwerdeya xwe girt û di pêvajoya perwerdeyê de bi alîkariya hevrêyên xwe jî di demeke kurt de hînî jiyana gerîla û çiya bû. Bi saya perwerdeyên îdeolojîk û bi parvekirinên hevrêyên wê yên jin re weke jinekê hêza xwe ya mezin nas kir. Hevrêya me Zîn çi qasî ji taybetmendî û zîhniyeta ku civaka mêran a serdest di kesayeta wê de ava kiribû dûr diket gihîşt wê baweriyê ku jin di hemû mijarên jiyanê de têra xwe hene û xwedî hêzeke mezin in. Hevrêya me Zîn hemû caran dianî ziman ku asoya wê di nava têkoşînê de û bi jiyana PKK’ê re xwe gihandiye  astên bilind û gihîşt wê baweriyê ku pergala kapîtalîst ji bo hemû jin û ciwanan xeteriyeke mezin e û disa tim dianî ziman ku ji bo vê yekê jî li dijî  vê pergala xeter hewceyî bi naskirina jiyana azad a Rêber Apo heye.

Her çend xwebaweriya hevrêya me Zînê zêde dibû tevlîbûneke aktîftir nîşan dida û dixwest  bersivê bide êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi taybet jî yên di sala 2015’an de zêde bûn. Ji bo vê yekê jî hevrêya me derbasî herêmên Zap û Cîloyê bû û li vir li dijî dijmin di gelek çalakiyan de cih girt. Hevrêya me dixwest zanînên xweyên îdeolojîk bi serkeftinên leşkerî tacîdar bike û bersivê bide êrîşên dewleta Tirk a dagirker û her wiha di vî warî xwe bû xwedî ked hewldaneke mezin. Hevrêya me Zîn weke gerîlayeke YJA Starê hewl dida ku hemû erk û wezîfeyên xwe bi awayekî serkeftî bi cih bîne û serketin ji xwe re weke tekane rê hilbijart.

Piştî ku hevrêya me Zînê li herêmên Zap û Cîloyê pratîkeke serkeftî nîşan da, li qadên têkoşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê ma û piştre jî  li gelek herêman di pêngavên şoreşgerî yên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de cihê xwe girt.  Hevrêya me têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ji xwe re weke erk û berpirsiyarî pejirand ku DAÎŞ’ê di salên dawî de qirkirineke mezin li ser jinan pêk anîn û her wiha hevrêya me standina tola jinên ku di bazarên koleyan de dihatin firotin, ji xwe re kir sereketirin armanc. Bi beşdariya xwe ya wêrek û bêdudilî ya di hemû pêngavên de ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak û hêzeke mezin. Hevrêya me di têkoşîna li dijî çeteyan de hemû erkên xwe bi awayekî serkeftî bi cih anîn û careke din derbasî çiyayên Kurdistanê bû. Hevrêya me piştî derbas dibe beşdarî perwerdeya Akademiya Leşkerî ya Mehsûm Korkmaz dibe û li vir li ser pêvajoya pratîkên xwe, xwe zêdetir pêş dixe û hewl dide ku erkên xwe yên serdemî bi awayekî serkeftî bi cih bîne.

Hevrêya me Zînê ji bo ku di kesayeta xwe de xeta azadiya jinan biafirîne lêgerîn û kûrbûnên xwe zêdetir dike û digihîje wê baweriyê ku ev yek bi tenê bi kûrbûna li ser felsefeya Rêber Apo pêkan e. Ji bo vê yekê jî hemû kêliyên jiyana xwe bi fêmkirina rastiya Rêber Apo derbas dike û vê yekê bi van gotinan wiha îfade dike: ‘’Mirov çi qasî rastiya Rêber Apo fêm bike, ew qasî bi xwe re rû bi rû dimîne û dikare hêza bûna miroveke azad di kesayeta xwe de diafirîne.’’ Hevrêya me Zîn a di şerên li gel dewleta Tirk û çeteyên de şahidiya şehadeta gelek hevrêyên xwe dike û  digihîje wê baweriyê ku zindîhiştina bîranîna van hevrêyên xwe girêdayî pêşxistina hevrêtiya girêdayî rêgezên Apoyî ne û her wiha gihîşt wê baweriyê ku bes bi vê yekê pêkan e ku erkên serdemî bi awayekî serkeftî bi cih bîne û hewl dida ku hevrêtiya xwe mezintir bike.

Hevrêya me Zînê piştî perwerdeyê bi israr û biryardariyeke mezin berê xwe da pratîkê û  serfetin ji xwe re weke tekane armanc pejirand. Her wiha hevrêya li ser vê rêya xwe ya têkoşînê tu tişt ji xwe re weke astengî nedît û israr kir ku derbasî herêmên ku lê şer dijwar bûn. Hevrêya Zîn ku jidil û bi fedaîyane beşdarî pêvajoya ku ji bo gelê me û Tevgera me pêvajoyeke dîrokî ye, bû  û hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi awayekî serkeftî bi cih anîn û hevrêya me di 1’ê Nîsanê de tevlî karwanê şehîdan bû.  Hevrêya me ya nemir bi hevaltiya xwe ya bihêz, bi sekna xwe ya diyar a li ser xeta azadiya jinan û bi dilsoziya xwe ya bêhempa a ji bo Rêber Apo wê tim di nava têkoşîna me de zindî be.’’

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Temellî: Çareseriya xitimîna Tirkiyeyê pêkan e
Nûçeya Pişt re Hunerê ji dil dikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dizî: 3 milyar û 345 milyon deyn

Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê ragihandin ku heta niha 3 milyar û 345 milyon TL…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dersimê pîrozbahiya 8’ê Adarê: Em ê li her qadê têkoşînê mezin bikin

Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordu di mîtînga 8'ê Adarê ya Dersimê de axivî û diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtina Komeleya Avestayê li sê bajaran hat protestokirin

Girtina Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta ku bi xebatên xwe yên Kurdî li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Cezayê darvekirina Şerîfe Muhammedî hate erêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Xizmên windayan banga hevrûbûnê li hikûmetê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo Acar ê ku 31 sal berê li Amedê hatibû revandin, daxwaza edaletê hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê El Elî yê li Dêrazorê şehîd bûbû, li Şedadê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?