Sêşem, 29 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Armanca esasî avakirina civaka demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Şaredariya Yahşîhanê de 15 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Demokratîkbûn nebe pêvajo bi ser nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji komedyen Denîz Goktaş re cezayê girtîgehê û biryara tehliyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 177’emîn a komkujiya Roboskiyê de careke din banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li wargeha Mexmûrê rêze semînerên li ser ‘Malbat û zarokan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo koçberên Şengalê pêngaveke nû ya vegerê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Krîza aboriyê û rizandina civakî pirsgirêkên civakî girantir dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Derfetên sporê bi destê astengdarên dîtinê nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê rewşa girtiyê siyasî yê Kurd di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Pêşmerge: Vekişîna DYE’yê ya ji Herêma Kurdistanê cihê fikarê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Nobetên Edaletê: ‘Em bi biryar in’
Kurdistan

Nobetên Edaletê: ‘Em bi biryar in’

Kesên tevlî Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bûn, diyar kirin ku heta polîtîkaya tecrîdê bi dawî dibe wê têkoşîna xwe bidomînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Adar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin li gelek bajaran berdewam dike. Di çalakiyan de beşdarvanan bal kişand ser ‘bibiryarbûna’ xwe.

STENBOL

Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya MATUHAY-DER’ê hatiye destpêkirin, di roja 103’yan de li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Sûltangaziyê dom kir. Xizmên girtiyan pêşmalkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “ Bê Serok jiyan nabe”  û “Bijî serok Apo” hatin berzkirin.

Rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yên Esenler û Bakirkoyê û ANYAKAYDER’ê hatin serdana çalakvanan. Xizmên girtiyan û kesên hatin serdanê gotin ku heta tecrîda mutleq a li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan tê rakirin wê têkoşîna xwe bidomînin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Esenlerê Yildiz Eren di çalakiyê de anî ziman ku divê êdî gel şiyar bibe û bi rakirina tecrîdê civak bêhnekî bistîne. Eren, xwest ku hemû kes piştgiriyê bide çalakî û daxwazên xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê.

AMED

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUAY-DER’ê li Amedê hatiye destpêkirin jî di roja 110’an de dom kir. Nobet li avahiya DBP’a Rezanê hate domandin û ciwanên enternasyonal ên Ewropayê û endamên ESP’ê hatin serdanê. Ciwanên sosyalîst ji dayikan re gotin ku ew piştgiriyê didin têkoşîna wan û ji bo dengê wan bidin bihîstin ya ku ji dest tê dê bikin. Nobet, bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.

ÊLIH

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Êlihê jî di roja 52’yan de li avahiya DBP’ê dom kir. Aktîvîstên TJA’yê û rêxistinên DBP, DEM Partiyê yên navend û navçeyan û gelek kes hatin serdana çalakiyê. Di çalakiyê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. Nobet, bi stranan bi dawî bû.

WAN

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin, di roja 107’emîn de berdewam kir. Nobet di avahiyê rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê de tê domandin û îro jî gelek kes serdana nobetê kirin.

Ji xizma girtiyan Munevvet Bayhan diyar kir ku ew ji bo aştî, xwişk û biratiyê tev li nobetê bûye û wiha got: “Di girtîgehan de ji zêdetirî 3 mehan grevên birçîbûnê dom dikin û em ji bo piştgiriyê li vê derê ne.”

Xizmên girtiyan di nobetê de gelek caran diruşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” berz kirin û stran gotin.

MÊRDÎN

Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li Mêrdînê hatiye destpêkirin di roja 76’emîn de berdewam kir. Îro çalakiya nobetê, xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê yên ji navçeya Stewrê hatine, dewr girtin. Gelek kes hatin serdana çalakgerên nobetê. Di nobetê de stran hatin, ser rojevê nîqaş hatin meşandin.

Ji endamê Komeleya Wejekarên Kurd Ahmet Çelîk serdana Nobeta Edaletê kir û anî ziman ku ew ê li cem malbatên ku çalakiyê didomînin bin û wiha got: “Tecrîd ne tenê li Tirkiyeyê û Kurdistanê, li her derê cîhanê li dijî mirovahiyê sûc e. Dema sûcê li dijî mirovaniyê tê gotin, dikare li Cîhan û Tirkiyeyê gelek mînak werin dayîn. Lê belê li Tirkiyeyê ser girtiyên me, siyaseta me û gelê me polîtîkayeke taybet tê meşandin. Ji ber wê, vî barî tenê ser pişta dayikan dana meşandin, ne helwesteke rast e. Divê tevahiya gelê me were cem hev û bi hev re bêjin ku em vê siyasetê qebûl nakin. Divê em bi hev re li dijî vê tecrîdê derkevin. Em vê tecrîda derveyî mafê mirovan û exlaqê qebûl nakin. Em tecrîdê şermezar dikin û piştgiriya malbatên xwe dikin. Serkeftinê dixwazin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di Newroza Şemzînanê de banga xwedîderketina li sindoqan hat kirin
Nûçeya Pişt re Bakirhan: Em Newroza Abdullah Ocalan pîroz dikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di êrîşa bi hawanan a li ser taxên Helebê de yek jê zarok 5 sivîl birîndar bûn

Di êrîşa bi hawanan a hêzên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Desteya Jinan: Em ê heta dawiyê xaka xwe biparêzin

Desteya Jinan a Kantona Firatê diyar kir ku li dijî êrişên çeteyên dewleta Tirk, DAÎŞ…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hîmalaya bi dehan kes di lehiyê de winda bûn

Li herêma Dharali ya li ber Hîmalaya ya li eyaleta Uttarakhand a li bakurê Hindistanê,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

NY: Kêmkirina budçeyê dibe ku 8,3 mîlyon koçberan ji alîkariyê bêpar bihêle

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêber Apo: Armanca esasî avakirina civaka demokratîk e

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Bîlançoya êrişa hewayî ya li Myanmarê giran bû: 50 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li wargeha Mexmûrê rêze semînerên li ser ‘Malbat û zarokan’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?