Çalakiyên Nobeta Edaletê ya ku di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya’ de dabûn destpêkirin li Amed, Stenbol û Edeneyê berdewam kir. Nobetên Edaletê yên li Mêrdîn, Wan û Mêrsînê ji ber dengdana gel ji bo namzetên şaredariyên bajarên mezin û navçeyan ên DEM Partiyê di hilbijartinên herêmî de bên diyarkirin, îro nehat kirin.
STENBOL
Nobeta Edaletê ya ku li Stenbolê ji aliyê xizmên girtiyan ve bi pêşengiya MATUHAYDER’ê hat destpêkirin, di roja 32’an de berdewam dike.
Li salona ku li avahiya Rêxistina navçeya Sancaktepe ya DEM Partiyê çalakiya nobedê lê dewam dike, pankartên bi Kurdî û Tirkî, “Em ji bo avakirina jiyana azad tecrîdê bişkînin, em bibin dengê girtiyan” û “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê girtiyan” hatin daliqandin. Rêxistina DEM Partiya Sultanbeylî û navçeyên Ûmraniye, Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê û Koma Hevra nobeda îro ziyaret kirin.
Di nobeta ku bi eleqeyeke mezin a gel dewam kir de govend hatin gerandin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindana” hatin berzkirin.
EDENE
Nobeda Edaletê ya bi pêşengiya AATUHAY-DER û xizmên girtiyan re hatiye destpêkirin di roja 41’an de berdewam dike. Serdanên piştgiriyê yên ji bo nobeta ku bi pêşengiya Dayikên Aştiyê li avahiya komeleyê tê lidarxistin, dewam dikin. Rêveberên DEM Partiyê serdana çalakiya îro kirin û piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana dayikan anîn ziman.
Ji kesên nobetê girt Ayşe Ayberk jî diyar kir ku pêngava ku wê şerê li welat biqedine, azadiya Abdullah Ocalan e. Ayşe Ayberk bi berzkirina dirûşmeyên berxwedanê bang li hemû pêkhateyan kir ku xwedî li têkoşîna derkevin.
AMED
Nobeda Edaletê ya ku bi pêşengiya TUAY-DER’ê li Amedê hatibû destpêkirin, li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Rezanê di roja 41’an de berdewam kir. Beşdarên Nobeta Edaletê berdilkên bi Kurdî û Tirkî “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin.
Nobeta Edaletê ji aliyê endamên Meclîsa Jinan a Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ve hat ziyaretkirin.