UNRWA’yê li ser medyaya dijîtal X’ê daxuyaniyek da got: ‘’Ji 6’ê Gulana ku hêzên Îsraîlê operasyonên xwe zêde kirine heya niha nêzîkê 80 hezar Filistînî ji bo ku derbasî herêmên din bibin, ji bajarê Refahê reviyane. Êş û zehmetiyên ku ev malbat rû bi rû dimînin gelekî mezin in.’’
UNRWA’yê dubare ragihand ku li Şerîda Xezeyê ‘tu derên ewle’ nemane.
Encamên bîlançoya êrîşên Îsraîlê jî roj bi roj girantir dibe. Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê di nava 24 saetên dawîyê de herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji destpêka şerî heya niha jî nêzîkê 35 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û her wiha 78 hezar û 514 kes jî birîndar bûne.