În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Peyama girtiyên Apoyî ji bo 48’emîn salvegera damezrandina PKK’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera 48’emîn a damezrandina PKK’ê li gelek bajaran hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyek bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda li pêşiya Wezareta Edaletê di roja 11’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Birêz Ocalan peyamek ji Ozgur Ozel re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkildarî hestiyên li şikefta li Farqînê hate dîtin 15 malbatan serlêdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Qendîlê 27’ê Mijdarê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ji bo parastina destketiyên Başûrê Kurdistanê em ê bi berpirsyariya xwe rabin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera damezrandina PKK’ê ji aliyê gerîla ve bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agirê Mazlûm bû berxwedana gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kongra Star: Salvegera damezrandina PKK’ê pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan li Rojhilatê Kurdistanê diyardeyeke civakî ya kûr e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Felsefeya Rêber Apo cesareteke mezin da jinan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi berxwedana jinê wê civaka azad biafire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Munihê bi hezaran jin li dijî tundiya li ser jinan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Zurihê Festîvala Fîlmên Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > OHD: Hevkêşeya sedsalî xera bû
Rojane

OHD: Hevkêşeya sedsalî xera bû

OHD’ê ku li Amedê 4’emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist, destnîşan kir ku bi banga Rêber Apo ya di 27’ê Sibatê de hevkêşeya sedsalî xera bûye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) bi dirûşma “Bi hiqûqa azadîxwaz û demokratîk ber bi aştiya birûmet ve” 4’emîn Kongreya Asayî li dar xist.

Kongre, li Navenda Çand Amedê hat lidarxistin. Nûnerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, serokên baroyan ên gelek bajaran, endamên komeleyê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî kongreyê bûn.

 Li eywana kongreyê pankartên “Divê mafê hêviyê demildest bê cîbicîkirin”, “Em ê hiqûq û siyasetê demokratîk bikin”, “Bêyî demokrasiyê sosyalîzm nabe”, “Hiqûqa jinê hiqûqa azadiyê ye”, “Azadî ji Parêzer Firat Epozdemîr re” û “Jin, jiyan, azadî” hatin daliqandin. Axaftina destpêkê ji hêla Hevserokê Şaxa OHD’a Amedê Riza Polat ve hate kirin. 

Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter axivî û got ku daraz bûye amûra herî sereke ya zextê ya îktîdarê. Ekîn Yeter, got: “Pergala hiqûqê ya heyî, karektera xwe ya zextker, cihêkar û şoven diparêze û her ku diçe berfirehtir dike. Îktîdara ku dema muxalîf xwe weke muhafazakar demokrat nîşan dida û di dema îktîdara xwe ya 20 salan de veguherî dîktatoriya plesîbîter, ji bo mayindekirina vê rejîma dijdemokratîk jî êrîşên xwe yên li ser gelê Kurd, bindest û hwd. giran dike.” 

 ‘DIVÊ ŞERT Û MERCÊN BIRÊZ ABDULLAH OCALAN BÊN AVAKIRIN’

Ekîn Yeter, bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Apo û anî ziman ku bi vê tecrîdê re hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin, sepana tecrîdê hatiye mayindekirin û wiha pê de çû: “Bi çendek hevdîtinên malbatan re rejîma tecrîdê ranebûye. Ji bo aştiyeke mayinde, divê şert û mercên birêz Abdullah Ocalan bên avakirin ku bikare rola xwe bilîze. Biryara mafê hêviyê jî bi binpêkirina mewzûatên neteweyî û navneteweyî nayê cîbicîkirin.” 

 Di lijneyê de her wiha peyamên Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, endamê Lijneya Rêveber a Baroya Stenbolê Firat Epozdemîr, parêzer Mervenûr Dogan, Selçûk Kozagaçli, Dogan Erbaş, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê berê Bekir Kaya, Parlamenterê TÎP’ê Can Atalay û Hevşaredarê Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz hatin xwendin. Di dema xwendina peyamên girtiyan de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. 

‘DIVÊ RÊBER APO BI AWAYEKÎ FÎZÎKÎ AZAD BIBE’

Piştre jî nûnerên saziyan axivîn û serkeftin xwestin. Nûnerên saziyan di axaftinên xwe de bal kişandin ser banga dîrokî ya Rêber Apo û gotin ku ji bo pêvajo birêkûpek pêş bikeve divê Rêber Apo ji hêla fîzîkî ve azad bibe. 

Piştre jî hilbijartin hate kirin û Hevserokên Giştî yên OHD’ê Ekîn Yeter û Serhat Çakmak dîsa weke hevserok hatin hilbijartin. 

‘HEVKÊŞEYA SEDSALÎ XERA KIR’

Hevserokê Giştî Serhat Çakmak piştî hilbijartinê axivî û got: “Li vê xakê pergaleke sedsalî ya ji hêla modernîteya demokratîk ve hatiye avakirin hebû. Gelê Kurd, tevî gelên din ên bindest ên têkoşîna şoreşger dimeşînin, li ber hilweşandina vê hevkêşeya modernîteya kapîtalîst a sedsalî ne. Bi taybet jî piştî banga birêz Ocalan a 27’ê Sibatê em ev yek dît; hevkêşeya sedsalî hate serûbinkirin. Têkoşîna modernîteya demokratîk ku dê şûna wê bigire jî em ê bimeşînin.” 

Lijne, bi gerandina govendê û dirûşmên “Bijî berxwedana OHD’ê” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jinên ciwan li Helebê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan
Nûçeya Pişt re Di komxebata Zimanê Dayikê de girîngiya perwerdeya demokratîk û azadîparêz
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD’ê îdîayên dibêjin hêzên wan êrîşî Helebê kirine, derewand

QSD’ê diyar kir ku îdîayên dibêjin hêzên wan êrîşî Helebê kirine, derew in.

Ji aliyê Stêrk TV

Piştî biryara ‘bûtlana teqez’ li ber avahiyên CHP’ê protesto hatin lidarxistin

Piştî biryara “butlana teqez” a derbarê Komcivîna Asayî ya 38’emîn a CHP’ê de, gel li…

Ji aliyê Stêrk TV

Keskin Bayindir: Ev pêvajo ne ya temaşekirinê ye, ya beşdarbûn û guhertinê ye

Keskin Bayindir diyar kir ku divê çareserî tenê bi bêçekkirin û verastkirinên qanûnî ve sînordar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Peyama girtiyên Apoyî ji bo 48’emîn salvegera damezrandina PKK’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Salvegera 48’emîn a damezrandina PKK’ê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyek bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nobeda li pêşiya Wezareta Edaletê di roja 11’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?