Yekşem, 13 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de banga greva giştî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê daxuyaniya ji bo Rojava: Rageşî divê bê rawestandin, lêpirsîna serbixwe bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin: Taziye parçeyekî girîng ê avakirina aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewata Mezin a Îzmîrê di sala 104’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Molina: Qanûn destpêk e, divê meseleza statuya Ocalan bê çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cangoriyên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd li Rihayê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Asayîşa Silêmaniyeyê: Li Helebceyê 22 DAÎŞ’î hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Divê hikumeta Şamê xwe ji wan nêzîkatiyan vegire ku wê zerarê bide wan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê bi hezaran kes li dijî provokasyonên li Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranînên li Şirnexê: Em ê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo zimanê dayikê bang li gelê Kurd kir: Piştgiriyê bidin têkoşîna Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Em bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re sosyalîzma civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên Îranê didomin: Cezayê heps û sirgûnê li jinan hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Doza Rojda Yakişikli destpê dike: Gef hate xwarin, nehate parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Parêzer Yûsûf Çakas: Mafê hêviyê rêya ber bi aştiyê ve ye
Rojane

Parêzer Yûsûf Çakas: Mafê hêviyê rêya ber bi aştiyê ve ye

Parêzer Yûsûf Çakas anî ziman ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were dabînkirin û diyar kir ku gavên têkildarî mafê hêviyê wê bibe gava aştiya mezin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Parêzer Yûsûf Çakas got: ‘’Qalkirina mafê hêviyê ya ji aliyê me û Devlet Bahçelî û pêkanîna mafê hêviyê tên wateya dabînkirina şert û mercên Birêz Abdullah Ocalan û avakirina aşitiya li herêmê. Mijara pêkanîna mafê hêviyê tê wateya çareseriya hemû meseleyê. Divê em ev qasî bi cidî û bi girîngî li nêzî vê mijarê bibin.’’

Dadgeha Mafên Mirovana a Ewropayê (DMME) di sala 2014’an de cezayê girtîgehê yê ‘’muebeta girankirî’’ yê li Rêber Apo hatiye birin ku rê li ber tehliyebûnê digire, li dijî madeya 3’yemîn a êşkenceyê qedexe dike ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê dît û biryara binpêkirinê da. DMME’yê hukim da ku divê ‘’mafê hêviyê’’ yê Rêber Apo were dabînkin lê belê tevî 11 sal derbas bûn jî tu sererastkirinên yasayî nehatin kirin. Li ser vê yekê parêzerên Rêber Apo û hin rêxistinên maf û hiqûqî têkildarî Tirkiyeyê serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan ku berpirsiyar e çavdêriya biryarên DMME’yê bike. Komîteyê herî dawiyê di civînên xwe yên 17-19’ê Îlonê de ji bo kirina sererastkirinên yasayî heya Îlona 2025’an wext da Tirkiyeyê û cara ewil hişyarî da ku wê biryara navbeynê bide.  Girêdayî pêvajoya heyî ‘’mafê hêviyê’’ yê Rêber Apo dubare kete rojevê. Lê belê heya niha têkildarî ‘’mafê hêviyê’’ hê tu pêngavên şênber nehatine avêtin.

Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) ya Şaxa Amedê Parêzer Yûsûf Çakas têkildarî mijara navborî ji ANF’ê re axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Li sernaserê cîhanê du cezakirin hene. Yek pêkanînên li hemberî sûcên hatine kirin ya din jî nêzîkatiyên dewlet û desthilatdariyan yên li ser kesên girtiyên polîtîk e. Dîroka cîhanê bûye şahidê darvekirina zana, siyasetmedar, şoreşger û çalakgerên ku weke desthilatdariyan nafikirin. Pêvajoya nîqaşkirina ‘’mafê hêviyê’’ a rastî têkildarî rakirina darvekirinan û piştre jî derbasbûna pergala girtîgehê ya muebeta girankirî û bi temamî rakirina mafê berdana bi şert e. Divê di vê çarçoveyê de were dîtin. Em dibînin ku li Tirkiyeyê heya serdemekê cezayên darvekirinê hatine sepandin û piştre jî li gel birîna cezayê darvekirinê di serdemeke diyar de nehatine sepandin. Piştre jî pêvajoya radestkirina Birêz Abdullah Ocalan ya ji bo Tirkiyeyê, di pêvajoya darizandin û piştî wê de birîna cezayê darvekirinê û piştre rakirina cezayê darvekirinê ya di serdema Yasayên Guncaniyê yên Yekîtiya Ewropayê de û veguherandina wê ya ji bo muebeta girankirî û bi temamî jiholêrakirina mafê berdana bi şert. Mafê hêviyê dibêje ku divê mafê hemû kesan hebe ku rojekê ji girtîgehê derkeve.’’

NASKIRINA MAFÊ HÊVIYÊ WÊ GELEK PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKE

Çakas di dewama axaftina xwe de diyar kir ku li Tirkiyeyê têkildarî girtiyên polîtîk rejîmeke înfazê ya taybet tê sepandin û got: ‘’Li Tirkiyeyê girêdayî pergala heyî netehliyekirina girtiyên polîtîk yên derheqê wan de cezayê gîrtîgeha girankirî hatî birîn, girêdayî yasaya heyî ji ber pênaseya ‘terorê’ ye. Em qala rejîmeke înfazê ya taybet ya di çarçoveya sûcên ku em jêre dibêjin sûcên rêxistinî de dikin. Ev rejîma înfazê ya taybet bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ev demeke dirêj e em têkildarî vê yekê nîqaşan dikin. Em gelekî nîqaş dikin ku divê hemû kesan mafê hêviyê hebe. Me demeke dirêj nîqaşa çi kir? Me nîqaşa ku mafê hêviyê, tecrîd û belavbûna tecrîdê ya ji Girtîgeha Îmraliyê ji bo  hemû girtîgehan kir.

Em dibînin ku serokê muxalefeta neteweperest Devlet Bahçelî bi xwe mijara mafê hêviyê anî rojeva meclisê. Her wiha tevî ku ew qas ji gotina me ya ‘Birêz Abdullah Ocalan’ aciz jî bû bi xwe gotina ‘’Serokê Damezrîner Abdullah Ocalan’’ bilêv kir. Divê were dîtin ku atmosferek guheriye. Di vê atêosferê de di vê li ser mafê hêviyê nîqaş werin kirin. Divê têkildarî pêngavên ku divê Tirkiye biavêje nîqaş werin kirin.  Di meha Îlonê de Komîteya Wezîran salek wext dabû. Ne baş e ku Komîteya Wezîran tim demê dirêj dike. Li gel banga 27’ê Sibatê pêvajo guherî. Em di pêvajoyeke dîrokî de ne û qala çareseriya pirsgirêka Kurd dikin. Mafê hêviyê û ev mafê ku di şexsê Birêz Ocalan de pêş ketiye, nayê wê wateyê ku wê bes Birêz Ocalan jê sûd werbigire. Naskirina mafê hêviyê di rastiyê de naskirina mafê hêviyê ya di şexsê Birêz Ocalan de tê wateya çareseriya pirsgirêka Kurd ya bi temamî, demokratîkbûyîn, pêşketina di warê mafên mirovan de û girêdayî van yekan weke Birêz Ocalan jî anî ziman wê ji rewşên weke aborî û yên din re jî bibe çareserî.’’

DIVÊ BIRÊZ OCALAN AZAD BE

Parêzer Yûsûf Çakas anî ziman ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were dabînkirin û got: ‘’Qalkirina mafê hêviyê ya ji aliyê me û Devlet Bahçelî û pêkanîna mafê hêviyê tên wateya dabînkirina şert û mercên Birêz Abdullah Ocalan û avakirina aşitiya li herêmê. Mijara pêkanîna mafê hêviyê tê wateya çareseriya hemû meseleyê. Divê em ev qasî bi cidî û bi girîngî li nêzî vê mijarê bibin. Bi rastî jî em di serdemeke bi kelecan û girîng de ne. Dibe ku aşitî pêk were û mafê hêviyê rêya ber bi aşitiyê ve ye. Çimkî ji sala 1993’yan ve ye pêvajoyeke Birêz Ocalan ya aşitî û civaka demokratîk hebû. Pêvajoya heyî tê wateya vê yekê. Mafê hêviyê ji bo civaka demokratîk gelekî girîng e. Têkildarî vê mijarê di nava civakê de bendewariyeke mezin heye. Li vir xwişk-biratiyek û civakeke demokratîk tên avakirin. Ev yek jî girêdayî dabînkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ozturk: Perspektîfa Ocalan ji bo avakirina enternasyonalekê guncaw e
Nûçeya Pişt re Êrîşên li hemberî hev ên Îsraîl û Îranê 4 roj in dewam dikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Amedê Înîsiyatîfa ji bo Azadiyê Huner hat damezrandin

Li Amedê Înîsiyatîfa ji bo Azadiyê Hunerê hat damezrandin. Înîsiyatîfê diyar kir ku bêdengiya heyî…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîdên Meha Gulanê li Kobanê hatin bibîranîn

Şehîdên Meha Gulanê bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê li Kobanê hatin bibîranîn.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Qamişlo şevbihêrk 15’ê Gulanê: Pêwîstiya me bi ciwanên ku pênûsa wan xurt heye

Meclîsa Wêjeyê ya Rojava-Qamişlo bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şerbihêrkek li dar xist. Di şevbihêrkê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de banga greva giştî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji KNK’ê daxuyaniya ji bo Rojava: Rageşî divê bê rawestandin, lêpirsîna serbixwe bê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Aydin: Taziye parçeyekî girîng ê avakirina aştiyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şewata Mezin a Îzmîrê di sala 104’emîn de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?